Malbatên şehîdên serhildana Jînayê û welatî, serî li ser gorên şehîdan didin û tevî bîranîna wan, soza xwe bi rêbaza serhildêran re dupat û nû dikin.
Xwepêşandanên vê dawiyê yên li dijî rêjîmê jî weke cejna netewî ya Newrozê bûne remza şoreşê. Lê belê niha êdî piştî du salan, ew ne xwepêşandan in, êdî ew serhildan e li dijî rêjîma dagirkar a deshilatdar li Têhranê.
Heya niha zêdetirî 150 serhildêr li Kurdistanê hatine şehîdkirin, lê tevî vê jî serhildêr dev ji xwestekên xwe ji bo guhertina rêjîmê bernadin.
Rast e ku xwepêşandan, wek berê nema ne. Lê belê xelk guh nade gefên dagirkar û hertim serhildêrên şehîd bi Ala Kurdistanê û bi cemedaniyê bi bîr tînin.
Di dîroka hevçerx de, ti yêk ji wan desthilatan ku Kurdistan dagir kirine, nexwastine lihevcivîna Kurdan bi rengekî ciddî were pêşwazîkirin. Rojhilatê Kurdistanê jî parek ji vî welatê birîndar e. Komara Îslamî, weke rêjîma Pehlewî, riftarê bi Kurdan re dike û lehengên Kurdan tenê ji ber pêkanîna çalakiyekê bi dehan salan di girtîgehan de dimînin.
Aliyên siyasî yên Rojhilat, di vê serhildanê de li ser xwepêşandanên girseyî ji bo şermezarkirina şehîdkirina Jîna Emînî lihev hatin. Belkî ev, zengila metirsiyê be ji Komara Îslamî re. Ji Ber ku heya niha ti caran bi vî rengî, hemû partiyên çepgir, parêzvanên mafên netewî, nasyonalîst û komonîst ên Rojhilatê Kurdistanê li hev nêzîk nebibûn.
Tevî ku rêjîmê bajar û navçeyên Kurdistanê mîlîtarîze kirine, lê dîsa jî serhildan her didome.
Rêjîma dagirkar a Komara Îslamî ya Îranê, tevgera partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi hûrî dişopîne. Heya partiyeke Kurdî bikare hevrêziyê di nava refên aliyên cuda de pêk bîne, dagirkar wate Komara Îslamî jî nîgeran e.
Piştî biryara han a pêşwaziya meşên şermezarkirina şehîdkirina Jîna yê ji aliyê partiyên Kurdî ve, tevgereke mezin di nava Spaha Pasdarên Îranê de çê bûye. Ew ditirsin vê carê Rojhilatê Kurdistanê hemû hevdeng rabe ser piyan. Zanyariyên veşartî ji nava Spahê amaje dikin ku bajarên Sine, Urmiye û Kirmaşanê bûne armanca sereke ya hêzên wê rêxistina têrorîst. Bi vî rengî ku endamên Spahê, di nava xelkê sivîl de digerin û neyaran didin nasandin û biryar e her kesê ku basa xwepêşandana hevpar a aliyên Kurdî bike, bê girtin, Ji xwe heya niha dehan kes jî hatine girtin.
Ji xeynî cehdên Spaha Pasdaran, selefî jî li hemberî nasyonalîstan têne çalakkirin. Plana herî dawî ya Îranê ew e ku derfetê bide rêxistinên tundrew da ku nasyonalîzma Kurdî di landikê de bifetisînin. Li gor zanyariyên çavkaniyeke veşartî ya saziya Îstixbarat angu Îtilaata Îranê, heger tevlîhevî yan jî dîsa serhildana xelkê û partiyên Rojhilat li hemberî desthilat çê be, dibe ku ji bo dijatiya hêza Kurdan, mifah ji aliyên selefî jî were wergirtin.
Ev du sal in, rêfrandûma serxwebûna Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê tevahiya partiyên Rojhilat ve bi rêve diçe. Her yek ji wan, sloganekê ji bo azadiya niştîman hil dide. Taktîk jî cuda ne. Lê armanca hevpar, bûye sedem da ku hemû, hevdeng, bang li neteweya Kurd bikin heya dakevin kolanan û dilê dagirkar bihejînin û car din jê re bêjin ku evder welatê me ye û em ji bo pêkanîna tevgeran li ser axa xwe, îznê ji ti kesekî naxwazin û rabûna me, dengê dijatiya me ya li hemberî dagirkar e.
Êdî çiyayên Zagrosê, hemûyan dest dane hev û ji Agirî, heya Bozê Sîna, ji Kêleşîn heya Arbaba û ji Dalaho heya Şaho, dengê pêşmerge di nav keç û xortên Kurd de reng vedide û ewê bi tîrêjên agir û rojê û bi qêrînên dilên dayîkên şehîdan herin pêşwaziya serhildanê û tevî hemû rêwşûnên tund ên ewlehî ji aliyê rêjîmê ve, nêzîkatiya xelkê bi mijarê re germ e û rêfrandûma me wê birêve biçe.