Demokrasîxwaziya ne demokratîk û bandora vê li ser tevgerên azadîxwaz
Serbest Urmiye
Bervajî kirina pêvajoya demokrasiyê wate serhildana demokrasiya paşvero, meşek e ku civak û sîstemên desthilatdarî û heta pêkhateya hêzên demokrasîxwaz jî gav bi gav ji pirensîpên demokratîk dûr dixe û bi sînordarkirina azadiyê divarên cuda de civaka sivîl, difetisîne.
Demokraiya paşvero him di sîstemên hikûmetî de tê dîtin û him jî dikare di navbera hêzên demokrasîxwaz de jî serhilbide. Lê ya ku herî bi bandor e li ser pêvajoya demokrasîxwaziyê, serhildana vê demokrasiyê ye di navbera hêz û aliyên demokrasîxwaz de ku dibe asteng li ser riya azadyê û berdewam mayîn û hêza serkutkirinê di rejîmên dîktator de pêşve dibe.
Pêvajoya bervajîkirina demokrasiyê di rejîmên diktator de bi yasayîkirina sîstemê û di rêya guhertina yasayên hilbijartinê, sînordarkirina azadiyê di her aliyekê de û kontirolkirina dezgehên ragihandinê û çavkaniyên saman û dahata giştî de ye û di bin siya "demokrasiya paşvero" de, rejîmên diktator derfetê peyda dikin ku beşdariya rastîn a welatiyan di piroseyên demokratîk de veşêrin û azadî û serxwebûnê di biriyar danê de ji welatiyan bistînin. Ev di sîstema xwe de saziyên dewletdariyê û partiyên siyasî û navendên civaka medenî di rûmetê demokratîk de ava dikin û bi rêkxistina hilbijratinên bi nav demokratîk, hewil didin meşrûiyeta navneteweyî wergirin û raya giştî ya navxweyî kontrol bikin. Ji bilî fetisandina civaka sivîl, rejîmên dîktator ji wî terzî ji demokrasiyê ji bo bê bandor kirina hêzên opozîsiyonê anku dijberên xwe yên siyasî jî mifahê werdigirin.
Her weke hatiye gotin bervajîkirina demokrasiyê xêncî sîstemên desthilatdariyê, dikare di navbera hêzên azadîxwaz de jî ser hilde, nemaze di welatên pir netewe de ku tevgera azadîxwaziyê hewceyî hevalbendî û pêkhatina eniyeke bihêz e li dijî sîstema dîktaror a desthilatdar. Di vî alî de, cudahî û pir rengî di navbera çanda civakî û civakên siyasî yên cuda de, dibin heger ku komek ji daxwazî û xwestekan bi rûmet di şekl û formên demokratîk de derdikevin, lê di bingeh de ev dijberên sereke û astengên asê ne ku dikevin ser rêya pêşveçûna pêvajoya demokrasî û azadîxwaziyê. Weke mînak mirov dikare daxwazî formên binpêkirina demokrasiyê di navbera hêzên opozîsiyonê yên dijberî rejîma Îranê û bi xasmanî opozîsiona tewahîxwaz a navenda Îranê ku bûne asteng li hember şoreşa”Jin, Jiyan, zadî”yê wiha şirove bike.
Ji bilî tepeserkirina partî û aliyên siyasî û xurtkirina zexta hêzên ewlekarî û leşkiri, di şoreşa “Jîna”yê de ji aliyê rejîmê ve pêşkeşkirina çend formên bi rûmet demokrat ji aliyê opozîsiyona ne hevgirtî ya navenda Îranê de bi awayekî xesaret li şoreşê dan tenê xwîn ji ber here.
Di nava hêzen opozîsiyonê yên netewexwazên Faris di navenda Îranê de, ji bilî nebûna sitratejiyeke tev alî ya di siyaset û xebatê de, dijberî tevî hebûna neteweyên din di formên serbixw yên neteweyî, çandî de û hewil dan bo fetisandina dengê wan di hindur sîstemeke navendî ya yek netewe û yek welat de, sedemeke mezin di pêknehatina eniya azadîxwaziyê li hember rejîma Îslamî ya serkutkar de bû.
Wan ji tirs yan bi piropagendeya perçebûna Îranê, deriyê gotobêjê li ser gotarên siyasî û azadîxwaz yên pêkhateyên neteweyî yên neteweyên xêncî Faris de daxist û ji ber nebûna gotareke tev alî ji demokrasiyê li gor eslên navneteweyî yên demokrat û mafên mirovan bo Îrana piştî desthilata Îslamî, di çarçoveya demokrasiya paşvero de hewil dan ku ne tenê reya serkevtinê asteng kirin, belku bûne sedema hevnegirtina gel jî li dijî sîstema serkutkar a hakim.
Ji bilî vê çendê dibe ku demokrasiya paşvero di pêkhateya hindurîn ya hezên siyasî û azadîxwaz de jî ser hilde. Gihîştin bi navenda biriyardanê û kontirol kirina civata giştî ya birêveberiyê, hegera sereke ya serhildana demokrasiya paşvero ye di pêkhateya hêzeke azadîzwaz di forma partiyeke siyasî de. Di rewşeke wiha de hemû bizavek tê dayîn ku rûmeteke demokratîk ji partiyên han were xuyakirin, lê di esil de tişteke din e.
Di pêkhateya her hêzeke siyasî de ku berpirsiyarî û nemaze çavdêrî û rastbêjî di navenda biriyarê de lawaz bû, endamên civata biriyardanê, hewil didin ku bi ser pêkhateya giştî de zal bibin û hêza biriyardanê di navendeke dilxwaz de kom bikin û piranî rêya gazinde û bihîstina dengê endman û piştre dengê civakê, girê didin. Di rewşeke wiha de hewildan bo gihîstin bi navenda biriyardanê û civata giştî ya partiyên siyasî yên di vî rengî de, dibe armanc û ji bo serkewtinê bi ser hevrikan de, rêyên nedemokratîk jî tên ceribandin. Di wir de navenda birêveberiya heyî, hewil dide bi kontirolkirina dezgeh û navendên sereke yên saziya xw û asteng kirina rêya hevrikên xwe bo serkewtinê di hilbijartinên hindûr de asteng bike û pitir di rêya guhertina sîstem û yasayên hilbijartinê de ku esla sereke ye di hilsengandina demokrasiyê de hewil dide. Di heman demê de jî hevrikên din di terzê destek û girûpan cuda de di bin siya demokrasiyê de hewil didin bo dûrxistina raya giştî ji navenda bireveberiya berê. Lewma girîngîdan û xwe girêdan bi hilbijartinê bo gihîştin bi navenda biriyardanê, cihê kar û xebatê di pêxema pêsdebirina pêvajoya azadîxwaziyê û gihîştin bi armancan digire û berhema vê çendê jî tenê zivirîn di bazneyeke bê berhem a tengav û tengavtir deye.