Sîstema totalîter serçaveya nepotîzmê ye
N. Elî Munezemî
Di wan rojên derbazbûyî de destnîşankirina «Yûsif Pizişkîyan» ê kurê serkomarê Îranê – Mesûd Pizişkîyan- wek mişavir û berdestê ragihandinî yê serkomarê rejîmê ji aliyê Muhsin Hacî Mîrzayî yê serokê mekteba serkomar ve, pêlek nerazîbûne pey xwe ve anî û bû basek berfireh di medyayên cihêreng de. Ew bas hind bi germ û gur bû ku eger kesek ne şarezayê kultûr û sîstema civakî, sîyasî û aborî a Îranê neba, yê jêve ba ku ewa yekimîn care ku tiştek hinde bi qebahet û bi wî rengî li sîstema Îranê de diqevime. Di zanistên sîyasî de bi bûyerekê re ku kesek ji ber pile û desthilatdariya xwe, feydeyê bi neheq bigihîne nasyar yan kesûkarê xwe û yan jî bi neheqî post û meqam bide wan, dibêjin nepotîzm.
Nepotîzmê di sîstema desthilatdariya Îranê de reh û kokê dîrokî heye. Eger em zêde dûr neçin, her di dema desthilatdariya xanedaniyên Qacar û Pehlewî de, rêveberî bi gelemperî li ser girêdanên malbatî, girêdanên eşîrî û dilsoziya kesane bo piledaran û malbata desthilatdar bû. Vê pratîkê kontrola elîta desthilatdar li ser çavkanî û navendên biryargirtinê misoger dikir. Ew yeka li serdema rejîma îslamî a Xumeynî de jî ku elîteke nû derket holê ku ji mela, endamên Pasdarên Şoreşê û malbatên wan pêk dihat û toreke nû ya bandorê ava kiribûn, dom kir û da eyankirin ku weha xislet û taybetmendiyek parek ji sîstemên totalîter û dîktator e. Li ber ku esasê desthilatdariyê li Îranê de, li ser hizra patrimonyalîzmê hatiye danîn. Di wê şêweya birêveberiyê de, hemû hêz li destê gupika sîstemê de ye. Di wê mijarê de ferqa navbera desthilatdariya giştî û taybet nîn e. Di wan cure rejîman yan sîsteman de ku sazî yan rejîmên otokratîk an olîgarşîk in, qatên civakê yên jêrîn, navîn û jorin ji desthilatdariyê dûr dixin û rêberan di wê sîstemê de desthilata mutleq hene. Li ber wê yekê jî çanda siyasî ya Îranê di hêla dîrokî ve li dora dilsoziya kesane ya ji rêberan re dizivire. Lewra di Îranê de, ji aliyê piledaran ve endamên malbat û hevalên nêzîkê wan ji bo rolên sereke pêştir tê dan. Ew wan postan jî bi meseleyên olî yan ewlehîye ve girê didin û bi wê hêcetê cehdê dikin ku wê dabeşkariyê rewa bidin nîşandan. Ewa di demekê de ye ku armanca wan ya sereke ewaye ku li rêka tora kesên nêzîke xwe ve bikarin dest danin ser bingahên girîng yên ekonomik yên dewletê û wan bo berjevendiya xwe bikar bînin.
Li serdema niha de ku dorpêçên aborî yên navnetewî li dijî rejîmê zêde bûne, destê piledaran bo gendelî û nepotîzmê zêde vekiriye. Li ber ku piledarên rejîmê û hevkarên wan çavkaniyên giring monopolîze dikin. Nimûneya berçav ya nepotizmê ne kurê Pizişkiyan e, lê Mojteba Xamineyî, kurê Elî Xamineyî ye ku xwediyê hêzek nefermî ya girîng e û mezintirîn gendelkarê Îranê ye.
Ew kesên ku Pizişkiyan li ber nepotîzmê rexne dikin, li çend grûpan pêk tên:
1. Rikeberên Pizişkiyan di nav sîstema desthilatdariyê de ku bi sedema wê yekê Pizişkiyan bûye serkomar, ewan şansê xwe bo nepotîzm û gendeliyê li dest dane û li ber rikeberiya xwe, dixwazin wê meselê ku li gor kultûra siyasî, civakî û aborî li Îranê de normal e, mezin bikin. Yanî li esas de wê yekê bi xelet nizanin lê li ber ku rikeberê wan ewî karî dike, gazinde ne.
2. Grûpên nawendgera yên dijberê rejîmê ku ew jî li esas de her baveriyek wek Pizişkiyan û karbidestên din yên rejîmê hene û tenê li ber ku wê sîstemê naxwazin, lê sîstemeke din a totalûter dixwazin, wê yekê mezin dikin.
3. Grûpên azadîxwaz yênrasteqîn ku hem wê yekê ku ji aliyê Pizişkiyan û mohreyên din yên rejîmê hatiye kirin û hem jî rejîm û desthilatdariya totalîter bi giştî şermezar dikin û wê yekê wek karaktereke sîstemên totalîter bi xelet dizanin û dixwazin xelk wê bizanibe.
Ez baver im ku xelk kakil û naveroka rejîmê nas dike û ewî karê Pizişkiyan li hember ew cinayetên ku rejîm rojane dike, hind piçûk dibîne ku serê xwe pêve naêşîne û li pey derfetekê digere rejîmê û Pizişkiyan bi hev re bibe aliyê nemanê ve.