Di vê demê de ji bo Kurdan girîngiya guhertina paradîgmayê ye
N. Kawe Ahengerî
W. Hesen Mukerem
Nêrînên siyasî heta destpêka sedsala 21`an bi giranî di navbera aliyên çep û rast de hatine dabeş kirin. Piştî Şoreşa Rûsyayê ya sala 1917`an ev parçebûn zêdetir derket û heta dawiya sedsala bîstan li cîhanê belav bû..
Kurd weke neteweyeke bê dewlet û Kurdistan jî weke nîştimanekî parçebûyî ji vê parçebûna îdeolojîk bêpar nebûne. Ya herî girîng jî, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, hikûmeta navendî ya Tehranê bi rastî tu hêzek li ser Îranê nebû û welat di navbera her du hêzên cîhanê, Yekîtiya Sovyet û Brîtanyayê de hat parvekirin. Ev parçebûn bi eşkere li tevahiya herêmê belav bû.
Di vê navberê de herêma Kurdistanê (Heartland) di bin kontrola Sovyetê de hat îstismarkirin û li Mukriyanê dewleta komara Kurdistanê hat îlankirin.
Di heman demê de, divê bê zanîn ku komunîzm, fikra çepgiriyê, bi dirûşma birêxistinkirina civaka komunîst bi rakirina xwedîderketina li amûrên îcad, çîna civakî, pere û rewş.
Di vê navberê de li Kurdistanê ji ber serdestiya pergala feodal hem ji ber dewletên dagirker, hem jî ji newekheviya çîn û darayî ya li Kurdistanê mexdûr bûn.
Reiyetên kurd jî ji parvekirina zevî û dewlemendiyê hez dikirin û li gor nivîskarê navdar ê rûs Şoloxov, belavkirina dewar, mirîşk, erd û zevî di nav xelkê de (Zmin No Abad, Sholokhov, 1937) wek tiştekî, Ew adil û erênî xuya bû.
Piştî herifandina dîwarê Berlînê li Almanyayê, nêzîkî sed salî desthilatdariya îdeolojîk a çepgir li ser deverên cîhanê bi dawî bû û welatên komunîst li pey hev dest bi guhertin û reforman kirin.
Partiyên sereke yên Kurdistanê bi giştî xwedî paşerojeke çepgir in û li ser bingeh û mezinahiya çepgiriyê ne. Tiştê balkêş di vê kurte gotara xwe de ku dixwazim amajê pê bikim ew e ku heta niha partiyên sereke yên Kurdistanê nekarîne cudahiyeke berçav di navbera berê û niha de bikin.
Niha ku li Rojhilata Navîn guhertinên girîng dest pê kirine, ya ku tê dîtin projeyek cidî ye ji bo ji nû ve teşekirina Rojhilata Navîn di bin serokatiya welatên rojavayî (lîberal-kapîtalîst) de. Niha pirs ew e ku partiyên sereke yên Kurdistanê ku pêşîneyekî çepgir hene, dê çawa xwe bi vê projeya guhertinê re biguncînin?
Ez di wê baweriyê de me ku divê Kurd di dilê pergala nû ya cîhanê û projeya guhertina Rojhilata Navîn de li çareseriya pirsgirêka Kurd bigerin. Cîhana rojava bi serkêşiya Amerîka pêwîstiya wê bi hêzeke meydanî heye bo çavdêrîkirin û kontrolkirina hevsengiya hêzê li navçeyê û ev jî bê şik Îsraîl e.
Îsraîl ji ber ku hevalbendeke stratejîk a Rojava bi giştî û Amerîka bi taybetî ye, dê li herêmê bibe xwedî hêzeke ewlekarî û leşkerî ya berfirehtir û ji Îslama siyasî û hikûmeta çep re cih nehêle.
Di dîroka partiyên Kurdistanê de gelek xalên krîtîk hene. Weke rûdana birakujiyê di navbera aliyan de. Niha hinek ji emîr û leşkerên rêxistinên îslamî yên tundrew Kurd xuya dikin û ev yek dikare paşeroja Kurdan aloz bike.
Bi rastî jî di van çend dehsalên borî de bîrdoziya mezhebî û olî di destê hinek partî û rêxistinan de wek alavekê hatiye bikaranîn ku zirarê bide kurdan. Me dît ku di navbera partiyeke Marksîst-Lenînîst û partiyeke din a ku weke bûrjûwa dihat pênasekirin de şer derketiye.
Yan jî piştî şoreşa gelên Îranê, girûpeke olî ya Kurd xwe li dijî partiyên laîk pênase kir, û hemû van nakokiyan, astengiyên li pêşiya serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê ji bo dîtina çareyan ji bo pirsa Kurd zêde kirine.
Tişta ku ji min re eşkere ye ew e ku Rojava li Rojhilata Navîn piştgirî nade çepgiran û ev aktor dê nebin hevalbendên lîberal-kapîtalîst ên rojavayî. Ji ber vê yekê ji bo wan girîng e ku kî li Rojhilata Navîn bibe hevalbendê wan û şûna Seddam Huseyn, Beşar Esed û Xamineyî bigire.
Niha pirsa sereke ew e ku Kurd dixwazin çi bikin? Partiyên sereke yên çar parçeyên Kurdistanê dê li ser paşxaneya xwe ya çepgir bimînin û vê mîrateya siyasî bidomînin yan dê paradîgmaya xwe ya siyasî biguherînin û wek aktorên siyasî yên Rojhilata Navîn rola xwe bilîzin û xatirê xwe jê bixwazin? ew li çepê ne?