Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevan û penaha çeperê

19:27 - 23 Kanûna pêşîn 2024

Piştevan û penaha çeperê

N. Aso Minberî

W. Bêhzad Simko

Lêmêzekirinek bi ser dîroka tejî serweriya netewa Kurd û ew xebat û tekoşînên ku wê netewê bi hemû çîn û qatên vê ve bo gihîştin bi rizgariyê kirine, cîhanek ji xwederbasbûn û qerhemantî û girîngtir ji hemûyan fîdakarî û jixwederbasbûna me dide xuya.

Xebata netewayetî li Kurdistanê, xebateke çendînalî bûye û kesê Kurd hemû hewla xwe bo biencamgihandina vê xebatê bi kar aniye û her vê jî wiha kiriye ku nivş li pey nivş, xwe bi alahilgirê vê xebatê bizanin.

Jiyan zêdebarî hemû cudatîdanînan, hemû jidûrragirinan û hemû astengiyan ku bi sedema jinbûnê pêsîra me girtiye, li vê xebatê de hertim beşa xwe hebûye û bi pêka derfet û rewşan û şiyana xwe, erk li stuyê xwe girtine û hekî bibêjin ku ew jin bûn ku eniya paştir bi hizra netewî  perwerder kirin, da ku bi fîdakarî bêne nav meydanê, em şaş neçone.

Jiyana jinan li Kurdistanê, hertim li jêr bandora desthilata sepiyayî de bûye, hekî desthilat, tepeserkirina jinan bi rewa bihesibîne, wê civak jî li jêr vê karlêkeriya dehan navendên bihêz ên desthilatê, givaşa çend qatî xistiye ser jinan û vê yekê jî rola jin kêmrengtir daye xuya. Berwajiyê xwesta desthilatên sepandî bi ser Kurdistanê de ku hewl dane bi givaşxistin bi ser kesan û bi taybet jinan, ji xebat û tekoşînê dûr bixin, takê Kurd bi giştî li berteknîşandan bi vê xebatê, xwe zêdetir mijûl kiriye û zêdetir li meydanê de bûye.

Rola Jinan li xebata netewatî û tevî hemû lemperên siyasî, civakî, aborî, çandî û perwerdehiyê, nîşanderê vê rastiyê ye ku jin ti car guh biferman û stûxwarê biryar û yasayên dijemirovî yên desthilatdar nebûne û li her derfwetekê de li hember hizra nerast de sekinine.

Her çi qas ku hebûna jinan li refên xebatê de bi berhevdanîn digel berê de gelek guherîn bi ser de hatine û niha rêjeya jinên beşdar li şoreş û xebatê de gelekê zêdetir ji berê ye, lê nabe qet vê rastiyê ji bîr bikin ku ew rêya bo jinên niha heya, bi îrade û fîdakariya jinên nivşa pêştir hatiye xwşkirin, lê xala girîng ev e ku jinên nivşa nû li ser hemen rêbazê lê bi amdebûna zêdetir bi zanist û zanyarî û dîdingeha nû li vê rêbazê de pêngavan hidigrin.

Yek ji taybetmendiyên xebatê ev e ku digel dem û zeman, nûbûn bi xwe ve dîtiye û bi pêka rewşê, guherî ye û ew yek ji wan mijarane ye ku li encama karên jinan tê dîtin, hekî ji li berê de zêdetir piştevan û penaha xebatê bûn û erk li stu digirtin, niha bi piştrastûn bi zanist û pêdegirî ser şiyana xwe, pêgehek qahîmtir dixwaze û hewlê bo gihîştin bi armancên xwe û netewa xwe didin. Lewma dema ku bas ji xebat û tekoşîna netewî tê kirin, divê bi hûrî mêze li xebata jinên pêşmerge yên li refên xebatê, bê kirin ku bi stugirtina çendîn erkên hevdem, piştevan û penha çeperê û gelek caran pêşengê xebatê bûne û bê hebûna wan, egera vê heye ku li vê xebatê de kêmasiyeke mezin hebe ku bi ti awayek neyê çareserkirin.

Lewma li cihê xwe de ye ku li 26ê Sermaweza îsal de hevdem digel rêzgirtin ji xebat û fîdakariya jinên têkoşer li refên pêşmergetiyê, rêz li qurbanîdana jinên nivşa berê bê girtinê ku bi qurbanîkirina bêmînak a xwe û derbasbûn ji hemû qonaxên dijwar û derbasbûn ji civaka nerîtî, em hînî xweragiriyê kirin da ku bo bidestveanîna mafê netewî û zayendiya xwe, lemper û astengan bişkênin û xwe ji ti xizmetkirinekê neparêzin.

Xebata pêşmergetiya jinan, xwedî nirx e çimkî jina têkoşer û mafxwaz dikare civakê bibizîvîne û baştirîn mamsosta bo nivşa bê be û hînî xweragirikirinê bike.

Hekî Kurdistan îro xwediyê hezaran xortên xwedî îrade û biwêr e ku singê xwe kirine mertal, ew bê guman dayîkek têkoşer bûye ku hînê xweragirî û tekoşînê kiriye û pêşmergane temen û jiyan û paşeroja xwe bo wan fîda kiriye.

26ê sermawezê hekî roja rêzgirtin ji Pêşmergeyê Kurdistanê ye, dibe rojek girîng bo rêzgirtin ji cangorîkirin û qurbanîdana dayîkên Kurdistanê be jî ku canfidayane, zarokên xwe pêşkêş bi Kurdistan û bargeha azadiyê kirine.

Xebat û tekoşîna netewiya me, bê hebûn û bê beşdariya jinan, sernakeve û eva rastiyek e ku me li şoreşa “Jîna”yê de bi rohnî ber çavê xwe dît. Dayîkên hişar ku zarokên xwe bê tirs şandine meydana xebatê û hînkirin ku pêşmergane li hember dujmin bisekinin. Lewma rêzgirtin ji 26ê Sermawezê dibe roja rêzgirtin li wan kesane be ku bivêrane û pêşmergane singê xwe dikin mertal û bo rizgariya niştiman, tekoşînê dikin.