Hemû kultûr û civakên cihêreng û hemû teorîyên exlaqî li ser ewê ku derew kiryarek kirêt û dûr li exlaq e, kokin, xêncî Komara Îslamî a Îranê û karbidestên wê nebin ku derew gihîştandine bilindtirîn asta siyaseta xwe ya hikûmetdariyê. Ewa demeke ku hindek mohreyên radeya naverast di qeleqoçka desthilatdariya Îranê de yan jî hindek mohreyên wan yên rola wan hatî guhertin, derdikevin û bi rexnegirtin yan baskirin li hindek rastiyan, dixwazin wisa nîşan bidin ku hemû mohreyên wê rêjîmê wek hev dije meriv û bêexlaq nîn in. Li nawa wan mohreyan de, Mêhdî Nesîrî û Sadiq Zîbakelam bêhtir ketine ber çavan û li torên civakî de basa wan tê kirin. Lê xûyaye ku hindekan jêweye ku bi gulekê dibe buhar. Di wê gotarê de bi kurtî emê bas li sîstema derewkaran bikin.
Her wek ku hate gotin, derewkirin di siyaseta Îranê de, bi taybetî ji aliyê karbidestên hikûmetê ve, yek ji wan taybetiyên berçav e ku di dîroka hevdem a Îranê de tê dîtin. Ev reftar ji ber çend sedeman hatiye bikaranîn, ji wan jî parastina desthilatê, rewakirina kiryarên ne yasayî, xapandina raya giştî û rûbirûbûna zextên navxweyî û derve û yan jî taktîkek bo zefer birin li ser neyarên xwe de. Emê hindek ji wan xalên zeq û berçav zêdetir zelal bikin:
Derew wek amûra xapandina rêberên neteweyên bindest:
Îranê gelek caran li qewl û qirarên derewîn mifah wergirtiye bo ku bikare rêberên şoreşên neteweyên bindest bêxe telikê û bi kuştina wan şoreşê ji nav bibe. Ewê yekê hindek caran zerbeyên hind giran li wan şoreşa dane ku carek din pişta xwe rast nekirine. Ew yeka jî tenê bi armanca dagîrkariyê hatine kirin. Di wê bare de bixasmanî kurdan tecrubeyên zêde tehl hene ku wira de ne pêdiviye em basa wan bikin.
Derew weke amûreke parastina desthilatdariyê:
Di gelek haletan de, karbidestên Îranî derewan bikar tînin ji bo veşartina têkçûn, qeyranên navxweyî, yan jî xirabkarîyan. Mînakên zelal ên vê reftarê di înkarkirina pirsgirêkên aborî, danasîna statîstîkên derewîn û veşartina karesatên mirovî yên wekî tepeserkirina xwepêşandanên dijî hikûmetê an rûbirûbûna tund a bi dijberan re têne dîtin û niha wisa lê hatiye ku çi kesê bawerî bi gotin û biryarên desthilatdarên rejîmê nemaye.
Bikar anîna derewan ji bo rewakirina polîtîkayên derve:
Di warê siyaseta derve de, berpirsên Îranê çendîn caran hewl dane rastiyan red bikin yan jî berovajî bikin. Wek mînak carna rola Îranê di piştgirîkirina komên milîsên navçeyî yan jî bernameya navokî ya wî welatî bi awayekî eşkere tê redkirin yan jî guhertin ji bo kêmkirina fişara navneteweyî yan jî razîkirina raya giştî ya navxweyî. Her ew yeka bû sedem ku «Trump» li gera yekim a Serkomariya xwe de li peymana navokî a bi Îranê re derket û ew fersend li Îranê stand ku li aliyê Îranê ve bê xapandin. Rola xirabkarî a Îranê di nawçeya Rojhilata Navîn û cîhanê de niha zêdetir eşkere bûye û li ber hindê jî li hemû aliyan ve bin guvaşa welatên zilhêz û civaka nawnetewî de ye.
Xapandina raya giştî û afirandina dijminekî hîpotetîk (ferzî):
Amûrek din a rejîma terorîstî a Îranê ew e ku bi pêşkêşkirina agahdariya derewîn raya giştî bixapîne. Karbidestên wê rejîmê bi gelemperî hewl didin ku polîtîkayên zordarîyê û bertengkirinên navxweyî bi ronîkirin û şîroveya tehdîdên derve an afirandina dijminên gumanbar, wekî "emperyalîzma rojavayî" an "dijminatiya israîl" rewa bikin. Ew bo selimandina wan derewan her rojê bi rengekê şanoyekê saz dikin.
Di krîzan de rastiyan vedişêrin:
Rejîm di demên krîzê de, derewan dibe yek ji rêyên sereke yên birêvebirina rewşê. Weke mînak di xistina balafira Ukraynayê di Çileya 2018an de, rayedarên Îranê çend rojan rastî veşartin û tenê piştî zextên tund ên navneteweyî rastiya wê bûyerê qebûl kiribûn. Li xo krîz jî ne yek û du ne. Her roj rejîm di krîzekê de ye û gelek caran jî ji bo ku krîzekê bîra xelkê bibe, krîzek nû diafirîne. Yanî krîzan bi krîzan û derewan bi derewan diveşêre.
Lê her wek ku me li destpêkê de jî bas kir, demhijmêra xirabe jî rojê du caran dema rast nîşan dide. Rejîm jî wan rojan wisa dike. Mêhdî Nesîrî derketiye ser meydayê û bas li wê hindê dike ku erê rast e ku rejîmê jî zarok kuştine, rejîmê jî teror kirin e û rejîmê jî filan û bêvan karê xirab kiriye. Ew gotinên wî jî rast in. Lê axayê Nesîrî eger rast dibêje, bo dema ku li rojnameya Keyhan de dixebitî yan dema ku karbidestek bû li sîstema ewlekariya Îranê de ew gotina nedikirin!? Nebe ku bêje wê demê haya wî lê çinebû!? Ewa dîsa hemû leyîstokên rejîmê ne ku dixwaze li hêlekê bêje xelkê ku di welat de azadiya bîrûra derbirînê heye û li hêlek din jî dixwaze bibêje ku mohreyên rejîmê bi xwe jî rastiyan dibînin û dixwazin bi xwe guhertinan pêkbînin. Lê bi serê axayê Nesîrî kim, xelk li mêjveye ku kalila wê rejîmê jê re eyan bûye û bi wan pine û perokên wî, taze xelk carek din naxape.
Ew reftar û derewên karbidestên rejîmê yên bi salan bûne sedema kêmbûna a baweriya xelkê bi hikûmetê û baş dizanin ku ew axaftinên wan cihê şik û gumanê ye. Ewan derew û berevajîkirina rastiyan kirîzên navxweyî kûrtir kirine û peywendiyên Îranê bi welatên din re aloz kiriye, derewên berdewam, rewatiya exlaqî ya hikûmetê li ber çavê gel û civaka cîhanî lawaz kiriye.
Di siyaseta Îranê de derewîn ne tenê stratejiyek demkurt e, di heman demê de taybetmendiyek sîstematîk e. Têkoşîna bi vê diyardeyê re bi reformên kûr di avahiya hikûmetê de, zêdekirina şefafiyetê û berpirsiyariya karmend û karbidestan jî têrê nake. Di dema niha de ku serdema teqîna înformasyonan e, xelk li rêyên alternatîv zanyariyan bidestve tînin û benda gotinên derwînên karbidestên hikûmetê nasekinin. Lewma çi rêyek nîn e ku ew hikûmeta bikare xwe xilas ke. Xelkê biryar daye ku xwe ji hikûmeta derewînan xilas bikin û neteweyên bindest jî biryar dane ku heta azadî û serbestiyê xebata xwe nedin sekinandin.