Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Himbêzkirina volkan

18:29 - 8 Kanûna pêşîn 2024

Himbêzkirina volkan

N. Kerîm Perwîzî

W. Bêhzad Simko

Renge berî vê nivîsê, her hebibe, lê yekem çirke ya sibêdeha dîrokê ve heta niha, pêywendiya li navbera mirovan, tejî alozî bûne ku li navbera hewcehî bi hev û li paşerojê de wek dijber çav lihevkirin, bûye!

Ji aliyek din ve, mirovan bo man li ser cografiyek tejî dirînde û canliberan û karesatan de hewceyî bi hev hebûye û ji aliyê din ve hemû alav, tişt û hewcehiyên berdeweambûn li jiyanê, sînordar bûne û lewma jiyana mirovek bi wateya kêmkirina par û beşa mirovek din bûye!

Ew dualîbûn a jiyana mirovan, anku hewceyî bi hev û li hemen demê de wek rikeberdîtina hev, dîrokek ecêb ji xoşewîstî û bihevrebûn û li hemen demê, tejî tawan û jinavbirina hev, afirandiye.

Li vê meydana tejî alozî de çemkên curbicur peyda bûne û her yek bi awayek şirovekirina rewş, daxwazî û kerbek bûne!

Yek ji girîngtirîn a wan çemkan, aramî an ewlehî an parastîbûn e!

Aramî li jiyana mirovî de ji erxahînbûn bi berdewamî pêk tê! Ja ev erxahînbûn dikare warê tendirûstî heta erxahînbûnê li dabînkirina xwarin heta ewlehiya netewî û niştimanî, li xwe bigre. Li hemû ast û rêjeyekê de heta erxahînbûn li tendirustiya zaroka malbatekê û dabînkirina şîr bo vê zarokê heta asayişê wek mînak peymannameya NATO ku welatên xwdî hêz tê de hevpeyman in, hemû yek tiştî dixwazin, erxahînbûn li berdewamiya wan anku ji sibêya xwe erxahîn bin! Lewma aramî, kiryareke îroyî bo erxahînbûn ji sibê anku paşerojê ye.

Lê her ew aramiya dikare bi dijî xwe jî kar bike! Em bînin ber çavê xwe ku li şikeftên kevnar de mirovên Niyandirtal jiyane û li demekê de yek ji wan bo têrkirina zaroka xwe û dabînkirina aramiya zaroka xwe, êrîş dikire ser cîranê xwe û xwarina wî ji wî distand, heta birsîtiya zaroka xwe çareser bike. Lê cîranê wî êrîşê dike ser wî û bi kewiran serê zaroka wî pan dike!

Li pêxema dabînkirina aramiya zaroka xwe, jiyana zaroka xwe torand!

Ev çîrok bo niha jî aşna ye, wek mînak dema em dibînin Potîn(Serkomarê Rûsiyê) bi gotina xwe li beranber zêdexwaziyên NATOyê de êrîşê dike ser Ukraynê û dixwaze aramiya Rûsiyê dabîn bike! Lê tûşî şerekî dibe ku wek gera nav çemê Avê, hemû tiştên Rûsiyê dihloşîne, bi aborî û ewlehî û hêza serbazî û pêywendiyê ve û heta herifîna hivî û daxwaziyên dehan milyon xelkê Rûsiyê!

Aramî bi tenê nayê dabînkirin û girêdayê bi çemkek din a mirovahiyê ya bi navê mafê jiyana kesên din ve girêdayî ye. Mirovê Niyandirtal bi mirina zaroka xwe tê gihîşt ku nikare aramiya xwe li ser hisaba bi gefçêkirina bi ser jiyana kesên din, dabîn bike.

Li cîvaka îro ya mirovahiyê de ew çemk wateyek bi navê vekheviyê heye. Bi vê wateyê ku mafê jiyana kesên din, demekê rêz jê tê girtin ku mafê vekheviyê pê bêdan. Vekhevî ew çemke ye ku hevsengî û balansa şer û nebûna aramiyê radigre. Bêyî vekhevî, aramiyek nayê çêkirin û hekî aramî li ser bingeha nevekheviyê bê avakirin, anku sitemeke giran hatiye kirin ku her demekê dikare biteqe û jiyana civakê wek bahozekê tûşî rojreşiyê bike.

Li rewşek wiha ku sitem tê kirin û vekhevî nemaye, renge mirov bo heyamekê bisekinîne yan bi tepeserkirinê bi şêwazekê bêdengbûnê bi ser de bisepîne, lê ev bêdengî bêdengiyek dilxwaz û aramîhêner nîne.

Bêdengiyek ku li welatekî wek welatên Skandînavî heye, li vê cura aramiyê ye ku erxahînbûn ji sîstemê ye ku mafên wan diparêze, lê bêdengiyek li cura li Îranê yan Sûriyê, bêdengiyek sepandî ye ku her demek dibe ku bê şikandin.

Li rewşa sitema rût û sepandiniyê de mirov wek dijî sîstema sepandî disekinin û nevekheviya sepandî bi qasekê ew bêzar kirine ku li jiyana xwe de penah bo her alavekê bo nehiştina sitemkariyê dibin û ji her derfetekê ku peyda bibe, li sekinîn li hember vê sitemkariyê, xwe naparêzin.

Rewşa nevekheviya sepandî wa li civakê dike ku li her lerzîneke vê sîstemê dibe mezintirîn daxwaziya wan û lewma li her cihek wek Sûriyê ku zêdetir ji 5 dehikan e ku kêmîneya zordar, sitem li piraniya xelk û netewên din ên li Sûriyê de dike, xelkê bêzarbûyî, volkanê hibêz dikin!

Şerê navxwe û kuştin û malwêranî dilxwaza mirovên awsayî yên civakê nîne lê, sitem û bêdadî ew bi qasekî bêzar kirine ku pêşwaziyê li şer dikin û volkanê himbêz dikin heta ku hemû pêywendî û tor û şûnwarên desthilata sitemkar bişewitînin.

Çon bo pêşewaziya volkanê li kerbê sitem û bêdadiyê, rewşa niha ya Sûriyê û ya paşerojê li Îranê ye jî.