N. Mihemedsalih Qadirî
Paş bûyera 7ê oktoberê û karvedanên Îsraîlê li dijî eniya girêdayî Îranê (Hemas, Hizbullah, Beşar Esed û Husiyan) êdî hevsengiya hevkêşeyên siyasî, ewlehî, aborî û civakî ên cîhanê, bi xasmanî li Rojhelata Navîn ber bi guherîn û dîzaynkirineke nû ve diçe. Di vê dîzaynkirina nû de xuya dibe ku welatên Ewropî, û Amerîka û Îsraîl ji bo berjewendiyên xwe yên ewlehî û aborî, êdî rê nadin hikûmet û grûpên tundrev yên îslamaî bibin metirsî li ser berjewendiyên wan. Bona ku vê projeya nû bigihînin armancê, bi berçavgirtina pêşîne û rolê cuda cuda yê welatên mîna Îran, Îraq, Sûriye û Turkiyê di sponseriya grûpên olî yên tundrev di Rojhelata Navîn de, xuya dibe ku êdî ne Îsraîl û ne jî Amerîka û Ewropa rê nadin ew welatane bikarin wekî berê bimînin, û bibin metirsî li ser ewlehî û berjewendiya wan.
Girêdayî wê rewşê em dibînin rejîma Îranê û Hûsiyan çawa ewlehiya veguhastina petrol û tîcareta cîhanê li kendawê û behra sor de xistine bin astengî û metirsiyê de. Ji aliyekî din ve jî piştî şerê Rûsiyê û Okraynê, ew dorpêçên ku ji aliyê Ewropa û Amerîka ve ketin ser Rûsiyê, bûne sebebê astengiyan ji bo veguhastina enerjî û şewata Rûsiyê ji bo Ewropayê, û qeyranên mezin çêkirine.
Ew bûyer û rewşa han bûne sedemê vê yekê ku Ewropa û Amerîka û Îsraîl pilan û projeyeke stratejî ji bo dîzaynkirina Rojhelata Navîn dabirêjin, û ji aliyekî ve hewl bidin bi rêya şer, serkirde û îmkanatên locîstîkî yên leşkerî û hejmûniya Îranê û hikûmet û grûpên dûvelankê wê Li Xeze, Lubnan, Sûriye, Yemen û Îraqê ji nav bibin, ji aliyek din ve hewcehî bi bedîl û korîdorên nû bo berjewendiyên pêşeroja xwe çêkin.
Di pirojeya han de guherînên jeopolîtîkî di Rojhelata Navîn de ihtîmalek bihêz in û di wê dîzayna nû de sîstemên dîktator û alîgirê fikrê tundrev ên îslamî nayên qebûlkirin, û di hember de wê sîstema ferderalî û bihêzkirina pêgeha pêkhateyan were esasgirtin. Di bin bandora wê rastiya han de em dibînin paş hilweşîna hikûmeta Beşar Esed li Sûriyê, welatên Ewrûpayî û Amerîka bi rayedarên nû yên li Şamê re di nav diyalog û tevgerê de ne, da ku sîstemek demokratîk bi beşdariya hemû pêkhateyan were damezrandin, lewma qet rê nadin di Sûriyeya cînarê Îsraîlê de hikûmetek îslamî û dîktator were ser hukim. Bi heman awayî zext li hikûmeta Îraqê jî kirine ku ew grûpên milîşiya yên girêday Îranê yan dibe werin hilweşandin, yan jî wê bi derbeyên leşkerî ji holê werin rakirin. Ji aliyekî din ve bihêzkirina pêgeha Hikûmeta Herêma kurdistanê di ragirtina balans û hevsengiya dewleta Îraqê de xwedî girîngiyek taybetî ye bo Amerîka û Ewropayê. Herwisa erebên Sunne jî daxwaza awakirina herêmeke federal bo xwe dikin.
Di bin bandora vê rewşa nû de, em dibînin rayedarên Turkiyê jî, ji bo xwe derbaskirin ji hinek qeyranên siyasî, aborî û ewlehiya navxweyî û herêmî, neçar in gavên ber bi çareseriya pirsa Kurd û guherîna destûra bingehîn û demokratîzekirina wî welatî bigirin pêşiya xwe, û bi birêz Ebdullah Ocelan û Dem Partiyê re pêvajoyek nû dest pê bikin.
Qonaxa herî girîng ya guherîna Rojhelata Navîn dê bi hilweşîna rejîma Îranê bigihîje dawiyê. Di 46 salên derbasbûyî de sîstema hukimdariya îdeolojîk ya melayên Îranê ku li ser bingeha hinardekirina şoreşa îslamî ya şî`etiyê bi navê “Bereya Miqawimet” dihate naskirin, bibû sponserê hemû grûpên tundrev û terorîst yên îslamî di Rojhelata Navîn û cîhanê de. Piştî hêrişa Hemasê bo ser Îsraîlê, û piştgiriya rejîma Îranê û grûpên girêday bi wê (Hizbullah, Hûsî, Heşdî Şebî û …hwd) ji Hemasê, me dît çawa ew eniya han ji aliyê Îsraîlê ve bûye armanca jinavbirinê, û heta niha çiqas derbeyên mezin li wê eniyê ketine, û per û bask û dest û piyên wê yek li pey yekê têne şikandin, lê wekî eyan e serê mar hêj li Tehranê dicivcive, û divê operasiyona herî dawî bona tunekirina wê rejîma terorîst û fitneya dunyayê were lidarxistin.
Guman tê de nîne ku hilweşîna rejîma Îranê, û dawî hatina felsefeya hinardekirina şoreşa îslamî ya melayên Îranê û hilweşîna wan grûpên dûvelank ku qedera xwe bi wê rejîmê ve girê dane, wê roleke dînamîkî û bingehîn di guherînên li Rojhelata Navîn û aştî û tenahiyê de hebin.
Ew guherînên Rojhelata Navîn dê derfeteke zêrîn bo gelê Kurd jî pêk bînin. Ger kurd bizanebûn û bi yekgirtî bi aliyên eleqedar re bikevin têkelî û tevgerê, bi berçavgirtina wê hevpeymaniya kurdan a di şerê li dijî terorîzma DAÎŞê de bi hêzên hevpeymanan re hebûne, û li gor girîngiya pêgeha jeopolîtîkî ya Kurdistanê di hevkêşeyên herêmî û bi xasmanî di ewlehiya rêreva aborî ya Rojhelata Navîn de, û bi hebûna kultura tolerans û pêkvejiyana aştiyane bi pêkhateyên herêmê re, dê karibin piştgiriya cîhana modern bo xwedî derketin ji statoyekê di her yek ji welatên Îraq, Îran, Turkiye û Sûriyê bi dest bixin, û bibin fakterek bihêz ji bo aştî û aramiya li Rojhelata Navîn.