Rojavayê Kurdistanê û astengiyên niha
N. Ebdûlazîz Qasim
"Rêjîma Sûriyê" piştî çend salên dijwar û qurbaniyên mezin û têkoşîneke dûr û dirêj ya xelkê sûrî hate rûxandin, wekî erdhejekî ku encamên wê hêjî berdewam in û arasteyek diyar û zelal bo siberoja Sûriyê nîne!
Ji ber valehiya peydabûyî ji egerê rûxandina rêjîmê û pêwîstiya xelkê bi rêvebirina karûbarên dezgehên dewletê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî, leşkerî, aborî civakî ... hd li ser qadên Sûriyê û bi taybetî li ser qada Rojavayê Kurdistanê, ku hêjî Rojavayê Kurdistanê ji aliyê komên çete yên girêdayî Tirkiyê bi awayekî rojane tê topbarankirin, gef ji aliyê berpirsên bilind yên Tirkiyê li Gelê Kurd têne xwarin, hevdem digel vê yekê ku îro bizaveke cemawerî ji aliyên kesayetiyên serbixwe peyda bûye bang bo yekrêzî û yekdengiya aliyên siyasî yên kurdî destpê kiriye, pêdigiriya cemawerî li ser karnameyeke neteweyî û pêkanîna nûnersyetiyeke siyasî hevbeş roj bi roj zêdetir dibe, hevdem digel liv û tevgera navneteweyî yên hinek welatan li ser dosyayên Sûriyê bi giştî û doza Kurdî bi taybetî, nemaze hewlên Amerîkayê û Fransayê yên ji bo yekrêziya kurdî dibin, ku piştgiriya van herdû welatan bi awayekî zelal bi pirsa Kurdî li "Kurdistana Sûriyê" piştrast dibe, ku careke dîtir pêwîstiya kurdan bi diyalogek kurdî-kurdî heye ku di van salên dawî de têkçûbû ji ber ku herdû aliyên kurdî (ENKS û PYD) negihştin têgihîştineke hevbeş û pirsgirêk û nakokî nehatin çareserkirin.
Îro digel zêdebûna daxwaz û gaziyên xelkê Rojavayê Kurdistanê û tevaya Gelê Kurd bo pêkanîna tifaq û yekrêziyê û mifagirtin ji hewlên navdewletî bi taybetî ji destpêşxeriya (Amerîka-Fransî), lê mixabin heta niha ti asoyek bo nêzîkbûna Kurdî-Kurdî re nabînin tevî giringiya wê ya mezin bo pêkanîna şandeke kurdî yê hevbeş û dariştina bernameyeke neteweyî ji bo danûstandin digel "Şamê" û aliyên navdewletî bibe bo bidestxistina mafên gelê kurd yên neteweyî li ser xaka xwe ya dîrokî, ku îro bi piranî û bi awayekî cemawerî hikûmeteke nenavendî federal ji bo tevaya Sûriyê tê pêşniyarkirin?.
Berovajî tiştên ku îro diqewimin û tevî hemû bang û daxwazên ji bo yekgirtin û yekrêziya kurdan, car car em dengên nexwaz ji aliyên hindek serkirdeyên bibandor yên Partiyan dibhîzin, ku bi awayekî wisa dixuye ku hewl dibin bo zêdekirina nakokî û cudahiyan û aloztirkirina rewşa heyî û berfirehtirkirina aloziyan bo derveyî sînorê Rojavayê Kurdistanê!
Ku heta niha wisa dixuye; ku hewildanên yekrêziyê rastî astengî û zehmetiyên mezin tên, zêdebarî êrîşên rojane yên Tirkiyê û çeteyên wê li dijî hebûna Gelê Kurd!.
Di rewşeke wiha dijwar de divê em wekî Kurd li bijardeyên dîtir bigerin, ku ne aqilmendiye em giringiyê bidin pirsgirêkên hizbî li ser hesabê berjewendiyên neteweyî, û giringiyê bidin pirsgirêkên partiyan û mijara serekî û çareserkirina doza piştguh bêxin, di demê ku tê xwestin nakokiyên kesane û partiyan di vê qonaxê de nemînin yan werin paşxistin!
Lê mixabin xuya dibe ku aliyên siyasî yên kurdî bê cudahî bi xemsarî têkilidariyê bi xwestên gel re dikin û hewl didin berjewendiyên xwe yên berteng û destkeftên hizbî bêxin li pêş berjewendiyên neteweyî û li pêş çareserkirina pirsgirêkên doza Kurdî, ku ev doz pêdivî bi xebatek giran û bê rawestan heye, di demê ku gerew li ser partiyan kêm dibe, lewra divê Kurd li rê û bijardeyên dîtir bigerin û her çend ku ne mumkune aliyên Kurdî bigehin rêkeftinekî, lê heger hat û têgihîştinek di nav van partiyan de peyda bibe jî, dê li ser dabeşkirina postan û destkeftiyên partayetî yên teng çêbibe, yan jî di demek kurt de, wekî rêkeftinên berê dê zû ji holê rabê û helweşe.
Tişta herî seyr û ecêb di van hemûyan de ew e ku em îro li ser medya û medyaya civakî dibînin, ku hinek serkirdeyên partiyên Kurdî ber bi aloztirkirina nakokiyan diçin û car daxwazên aliyên herêmî yên neyarên danin li ser maseya Kurdî, yan jî hewla valakirina pirsa Kurdî ji naveroka wê ya neteweyî didin bi redkirina mafên neteweyî yên Gelê Kurd û redkirina federalîzmê yan otonomiyê li ser bingeheke neteweyî.
Di nav van alozî û nakokiyan de, tê dîtin ku aliyên siyasî yên kurdî bê berpirsiyarî û bi xemsarî têkildariyê dikin û berdewamiyê didin gotara xwe ya kevn û bêwate û bêhode; ku hestek li rex welatiyê Kurd çêdibe ku ev partî bi hejmara xwe ya mezin di xewn û xiyalan de dijîn û bûne bargiraniyek li ser doza Kurdî.
Îro dem hatiye ku perde li ser siyasetên hizbî û îdeolojî were rakirin! Ew bihane û hincetên demkî ketine û divê partiyên Rojavayê Kurdistanê li gor mercên niha bixebtin û bibin xudanê biryara xwe û divê pirsa neteweyî herî li pêş be, tevî ku hindek alî dibêjin ku demê pirsên nereweyî têkçûye!
Piştî evqas karesat û bûyerên giran yên ku di zêdetirî deh salan de bi serê gelê Kurd de hatin û bi taybetî ji ber nakokiyên hizbî û jidestdana çend derfetên zêrîn, bi sedema paşguhxistina deng û gazindê cemawerê kurd yê xemxwarê kurdîniya xwe û her wisa paşguhxistina hemû bangewaziyên navdewletî bo yekrêziyê, wek tê gotin ku tevgera Kurdî ( guhek xistiye bêjing û guhê dîtir xistiye serad), ji ber ku guhê xwe kerr kiriye û guh nedê banga milletê xwe; bi awayekî ku wisa diyar dibe ku ew ji ketwar û dorhêla xwe ya kurdîniyê dûr ketiye û qut bûye!
Zêdebarî ku piraniya Partiyên Kurdî bi hejmara xwr ya mezin ti rexneyê qebûl nakin û her dengekî berovajî berjewendiyên wan yên hizbî bêt, wekî dengekî nexêrxwaz dibînin tevî rewşa xirab ya Rojavayê Kurdistanê û bûyerên giran û felaketên ku hatine serê gelê me, her ji dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û heta bigehê îro û êrîşên niha li ser Minnic û Kobanê û Dêrikê.
Îro gelek astengî dikevin li pêş pêkanîna şandeke kurdî ya hevbeş û hevdem û li gorî rewşa niha û ezmûnên borî û berê ku gerew li ser partiyên kurdî nabe, ku ti asoyek yan destpêşxerî û derfetek xuya nabe bo têgihiştin û nêzîkbûna Kurdî-Kurdî!
Lewra îro divê siyasetmedarên kurd yên serbixwe digel akademsyen û çalakvaniyên Kurd bixebtin û xwe amade bikin bo dîtina "bijardeyên alternatîf" da karibin partiyan neçar bikin bo bi roleke erênî rabin yan jî divê bi rastî jî partiyên kurdî hest bi wê yekê bikin ku "bijardeyên alternatîf" hene, dê dawiyê li serdestiya wan bîne, dê çarenivîsa wan wekî çarenivîsa wan peyker û pûtên ku niha li meydanên Sûriyê têne şikandin û rûxandin, wê demê Gelê Kurd dikarê nûneratiyek bihêz destnîşan bike û şandeke hevbeş û li ser bernameyeke neteweyî li ser formulên "federalîzm" yan "otonomî" ji bo Kurdistana Sûriyê bixebite û danûstandinên bihêz digel Şamê bike û destkeftên mezin bidest bîne.