Divê em şaştiyên xwe yên sala 58`an dubare nekin
N. Kawe Ahengerî
W. Hesen Mukerem
Sala 58`an ji bo Kurdan saleke diyarker bû, lê mixabin di encanê de ji bo Kurdan salên reş bi dû xwe de anîn. Şerekî newekhev û bi xwîn ku ev 45 sal in rewşekî dijvar bo Kurdan bi dû xwe de aniye. Dijberên rêjîma Pehlewî çiqas amadeyî hebûn, dijberên Xamineyî jî ev qasî amade ne. Pirsgirêka Kurd di navbera rejîm û opozisyonê de bê çareserî maye. Loma em kurdên Îranê dîsa di rewşeke wiha de ne. Her çend faktorên di qada siyasî de ji wê demê zêdetir û cudatir bin jî, di warê çarenivîsê de, em li Rojhilat dîsa nêzîk dibin. Ji bo zêdetir analîzkirina vê yekê, em ji du têgehên ewlekarî û siyasetê dest pê bikin.
Ewlekarî û siyaset
Zêdetir li ser çarenivîs, ewlehiyê, ne siyasetê ye. Di sala 58`an de, tenê du kes, Dr.Qasimlo û Şêx Ezedînî Huseynî, ji aliyê siyasî ve ji piraniya siyasetmedarên ku li Tehranê dijîn bilindtir bûn. Dikaribûn xwe bi paş ve bikşînin ser Kurdan. Ewlekarî bi çavkanî û hêzê dikare were peyda kirin ku hêza leşkerî rawestînin û ew dikare were kirin. Ji leşkeriyê bigire heta medya û perwerdeyê. Tehranê bi desteserkirina hêzên leşkerî û serdestiya li ser kontrol û muameleya li ser neteweyên erdnîgariya Îranê karîbû hejimûnyaya xwe li ser Îranê bide sepandin. Dema ku hûn li ser ewlehiyê serdest bin, hûn ê zêdetir bandorê li ser rewşa siyasî bikin. Ewlekariya siyasetê diyar dike, ne berovajî vê yekê, ev rastiyek e, eger kurd nexwazin li Îranê bimînin, ev rewş bi tevahî cûda ye û ti eleqeya xwe bi vê gotarê re nîne ger kurd bi dilxwazî yan bi zorê li Îranê bimînin, ew hebûna kurdan li Tehranê ye
Di demsala Havînê de partiyên rojhilatî ne tenê ji Tehranê bi temamî derketin, bajar û gundên Kurdistanê jî terikandin û berê xwe dan çiyayan. Ji aliyê ewlehiyê ve ew şaştiyeke kujer bû, ji ber vê yekê ez bawer nakim ku dubare bibe.
Dema ku em behsa ewlehiyê dikin, mebesta me ew e ku hejmûnî û hêza komkirî ya partiya desthilatdar ku dikare Îranê kontrol bike û bi vî awayî rojeva xwe ya siyasî pêş bixe, têk bibe. Ji ber vê yekê hevsengiya hêzan girîng e ku destên saziyên siyasî yên Kurd li Îranê ji bo her planên wan veke. Ji bo vê jî hin rê û cihên ku nêzî kurdan dibin hene
ji bo cîbicîkirina vê planê, ango Kirmaşanê. Bi qasî ku Kirmaşan dikare bandorê li çarenivîsa siyasî ya Kurd bike di warê ewlekarî de, bajarên din ên Kurdan jî nikarin bibin xwediyê vê giranî û bandorê. Lê belê di warê rêxistinî û ewlehiyê de jî divê Kurd li Tehranê hebûna xwe hebe.
Parastina Kurdistanê
Ji ber ku li Îranê bi giştî û li Tehranê bi taybetî ne sazîbûna demokrasiyê wek prensîb e, hindek ne mentiqî ye ku mirov çavnhêrî Tehranê bibe ku bi awayekî demokratîk bi pirsgirêka Kurd re mijûl bibe. Ji ber vê yekê nîqaşa min di çarçoveya demokratîkbûn û federalkirina Îranê de cih nagire. Bi kêmanî hevsalên min di warê parastina Kurdistanê de li ser bingeha demokrasiyê pêşketineke baş nabînin. Ji ber wê jî em neçar in ku di rewşa guhertina Îranê de li çarenivîsa kurdan bi hevsengiya hêzên leşkerî û ewlehiyê binêrin.
gotina dawî
Şerê ku li Rojhilata Navîn dest pê kiriye û zû bi dawî nabe, ji xeynî Sûriyê li welatên din jî belav bûye. Li gorî nêrîna nivîskar, ramana rênîşander a rewşa niha ya Rojhilata Navîn dozek ewlehiyê ye. Bi gotineke din, ya îro li Rojhilata Navîn qebareya siyasetê diyar dike, teoriya ewlekarî-leşkerî ye, ne tiştekî din. Di rastiyê de projeya demokratîkbûn û laîkkirina herêmê bi teoriya ewlehiyê tê birêvebirin. Ji ber vê yekê hêza me ya ewlekarî û leşkerî ya li ser xakê mezinahî û şeklê paşeroja me ya siyasî ji nû ve dinivîse.
Ji ber vê yekê, di egera guhertina Îranê de, ji bo me kurdan, ew hêza me ye ku em di warê ewlehiyê de bilîzin ku dê paşeroja me ji nû ve binivîsîne, ne heqî û dîrokîbûna me ye.