
Derketina bijardan ji welat ku bi salan e pêsîra pizîşkan, perestaran û pisporên din girtiye, niha gihîştiye nava endamên heyeta zanistî ya zanîngehan jî.
“Mihemed Celîlî”, serokê navenda karpêdana endamên heyeta zanistî ya wezareta tendirustî ya rêjîmê ragihand ku derketina ji welat anku koçberbûna mamostayên zanîngehan, gihîştiye nava zanîngehên mezin û bingehîn û piraniya wan an ji Îranê derdikevin an rû bi karê derveyî zanîngehê û ne-akademîk dikin.
Navbirî tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq vê pêvajoyê, tekezî kir ku “nabe mamostayên zanîngehan bi hêsanî ji dest herin, amareke serast a derketina mamostayan li ber dest nîne û ew yek bûye pirsgirêkek mezin a zanîngehan”.
Kêmiya asta hiqûqê mamostayan yêk ji sedemên herî sereke ye ku mamosata dev ji karê xwe bikêşin.
Li wan çend salên dawiyê de tevî zêdebûna rêjeya koçberî ya mamostayan, hejmareke zêde ji mamostayên zanîngehan rastî astengî û sînordarkirinên karî û reftarên siyasî yên rêjîmê hatine û gelek caran bi sedema piştevaniya mamostayan ji nerizayetiya xelkê, li ser kar hatine derxistin û neçar bi malnişînbûna bi zorê bûne.
Li dema tevgera “Jîna”yê de, zêdetir ji 1500 mamostayên zanîngehan rastî sizakirinên îdarî hatine.