Elî Xamineyî, rêberê rêjîma îslamiya Îranê ku bi sedema pêdegirî û berxwedana jinan û keçan li ser şeqaman li sepandina hicaba bi zorê de rastî şikestê hatiye û neçar bi paşekêşiyê bûye, vê carê penaha xwe bo jinan dibe ku li egera dîtina her cure birêveneçona hicaba bi zorê de alîkar bin û huşdarî bi wan cure kesan bidin.
Herwisa Elî Xamineyî bi pêka hizra xwe ya wehmî û nexweş, birêvebirina hicaba bi zorê pirsek olî û îslamî, Zehrayî û Zeynebî” binav kiriye ku bi hizra wî, jin li jiyana rojaneya xwe de dibe berçav bigrin.
Daxwaziya rêberê rêjîmê ji jinan bo birêvebirina vê hizra wehmî û nexwşa wî li halekê de ye ku tundtirîn, dijwartirîn û hovanetirîn îşkence, kutan, bidarvekirin û kuştina jinan li jêr îşkenceyan li Îranê bi fermana wî hatine kirin û berpirsyaretiya wan hemû cinayetan li stuyê wî ye û bîşermane daxaz ji jinan dike ku vê hizra wî ya nexweş bi rê ve bibin.