“Maria Corina Machado” rêbera Opozîsiyona Vênêzoêlayê li hevpeyvînekê de digel kanala têlêvîzyoniya “Bloomberg”ê ragihand ku Îranî, Rûsî, Hizbullah û Hemas li welatê wan de bi eşkere kar dikin û welatê wan bûye cihê karê terorîst û karbidestên rêjîma Îran, Hizbullah û Hemasê.
Herwisa navbirî daye zanîn ku wê rewşê ewlehiya welatê Vênêzoêlayê aloz kiriye û herwisa vê yekê rewşa wî welatî rû bi tundîtîjiya zêdetir ve biriye ku bandoreke nerênî li ser aramî û asayişa xelkê heye.
Nîkolas Madoro, serokê dîktatorê Vênêzoêlayê bi pêwendiyên kûr digel rêjîma Îranê û herwisa welatên wek Rûsiyê, bûye sedem ku taqimên terorîstî yên wek spaha pasdaran a terorîst û hevpeyman û milîsên ser bi rêjîma Îranê bi hêsanî li wî welatî de kar û hatinûçonê bikin û bi siyaseta çewt a wî dîktatorî, welatê Vênêzoêlayê ku xwediyê kangehên herî mezin ên neft û gazê ye, li hejariyek tevav de dijî.