Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 5 girtiyên din jî li girtîgehên xwe de bi dar vekirin

12:02 - 5 Çirriya paşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî, roja 4ê Çiriya Paşîn, welatiyekî Lur bi navê “Elî Goderzî” ê girtî li girtîgeha rêjîmê li Îsfehanê de hate bidarvekirin û hevdem li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê de jî, jinek girtî ya bi navê “Kubra Rizayî” ku bi tuhmetên pêwendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, hate bidarvekirin.

Herwisa li roja Duşemî 4ê Çiriya Paşîn, Nûrmihmed Ezîzî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bîrcendê li bakûrê parêzgeha Xurasanê û Mihemedelî Gulmihemedî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Melayirê hatine bidarvekirin.

Roja pêştir jî “Haşim Merdanî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bucnûrdê, hatbû bidarvekirin.