Şirketa Ewlehiya Deryayî ya Drayd global bi belavkirina raporekê daye zanîn ku Çîn û rêjîma Îranê li çarçoveya girêbesta stratejîk a sala 2021 a Zayînî de rêkarek bo veguherîna neftê digel teknolojiya serbazî çê kirine ku hem dorpêçan dor lê didin û hem şerê bi nûneratiya rêjîmê re dibe dabînkerê malî.
Pêka vê raporê spaha pasdaran a terorîst li Çiriya Pêşîn a 2025 de hevkarî digel şirketên Çînê de kiriye ku beşek ji hinardekirina nefta Îranê li hember alavên mûşek û dironan ên wek sîstema “HQ-9” de veguherînin.
Pêka vê raporê, zêdetir ji 477 gemiyên neftkêş ên naskirî bi “Gemiyên Sîber” bi veguhastina neftê bi temirandina sîstema GPS, nefta Îranê bi belgeyên Malêziyê bo palavtingehên Çînê, veguhastine.
Şirketa “Drayd Global” huşdarî daye ku ev gera neftê li hember çek û cebilxane, tevî bêbandorkirina dorpêçan, metirsiyên operasiyonî, jîngehî û maliyên berfireh bo ticareta çîhanê çê kirineꓼ Vê gerê, ku pêka “girêbesta giştgîr a startejîk” li navbera wan 2 welatan de ye, derfetê dide rêjîma Îranê ku bi hinardekirina nihênî û perdepoşkiriya neftê, kiryarên serbazî û hêzên milîsên ser bi vê rêjîmê hem li warê malî dabîn bike û hem ji Çînê teknolojiya serbazî ya Çînê bi dest xwe ve bîne.