Roja sêşemî 4ê Çiriya Paşîn, karbidestên bajaravaniya rêjîmê li bajarê Sinê, bi awayekî hovane û dûr ji mirovahiyê, êrîş kirine ser destfiroşên li şeqama 12ê Ferwerdîn û hemû botqe û cihê destfiroşî û meywefirotinê li vê şeqamê de xirab kirin û ji nav birin.
Pêka raporên belavbûyî xisareke gelek mezin a ku zêdetir ji 200 milyon Tumen e, bi her destfiroşekî kevtiye.
Bajaravaniya rêjîmê di cihê dabînkirina rewşeke ewleh bo kar û kasibiya xelkê, êrîş dike ser wan û bi zanebûn xisarên malî li wan dide, ev yeka jî li halekê de ye ku bajarvaniya rêjîmê li wî bajarî, yek ji bajarvaniyên herî gendel e û tevî guhnedan bi daxwazî û hewcehiyên xelkê, bi hevkariya digel spaha pasdaran a terorîst, mijûlê talankirina serwet û samana bajarê Sinê ye.