
Raportêra taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên îşkence,reftar û sizayên hovane, ragihand ku bi barimtegirtin ji aliyê dewletan û akterên nehikûmî li cîhanê bi taybet li Îranê, zêde bûye.
Roja Sêşemî 14ê Reşemeya 1403 a Rojî “Alice Jill Edwards”, Raportêra Taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li karûbarên îşkence, reftar û sizayên hovane, bi belavkirina daxuyaniyekê huşdarî, da ku barimtegirtin ji aliyê dewletan û herwisa ekterên nehikûmî bi taybet li Îranê, zêde dibe.
Herwisa navbirî da zanîn ku barimte wek alavek bo bandorxistin ji aliyê dewletan bi taybet rêjîma Îranê ve tê bikaranîn û ji sala 2010 a Zayînî ve heta niha zêdetir ji 66 haletên barimtegirtin bi taybet ên du nasnameyî li Îranê de hebûne.
“Alice Jill Edwards”, ragihand ku barimtegirtin li Îranê zêdetir, nûçegihan, akîkarder, kesên akademîk, rêvîngên ticarî û parêzerên mafê mirovî û bi taybet kesên du nasnameyî li Îranê de dibin armanca barimtegirtinê ku gelek caran ji alîkariya balyozxaneyî jî bêpar bûne.
Li vê daxuyaniyê de bi rohnî hatiye ku rêjîma Îranê bi tohmetên sexte û bê binyat kesên du nasnameyî binçav dike û sizaya girtîgehê û bidarvekirinê bi ser wan de disepîne û li girtîgehê de ew barimte rastî îşçkenceyên fîzîkî û hundirî ên wek birsîhiştin, bidarvewkirina sexte û îşkenceya cinsî tên ku hinek ji wan heta dawiya jiyanê li ser wan barimtean karlêker dibin.
Vê raportêra saziya Netewên Yekgirtî bi tekezî ragihan ku êdî em derfetê nadin ku barimtegirtin bibe alaveke erêkirî ya siyasî an şer, niha dema sekinîn li hember wan kiryaran e”.