Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bo tepeserkirina neraziyan, teknolojiya dîcîtal bi kar tîne

18:57 - 15 Adar 2025

Li rapora 2yê ya Kumîteya Aşkerekirina Rastiyan de hatiye ku rêjîma Îranê piştî şoreşa “Jînayê” bo rawestan li hember neraziyan, teknilojiya dîcîtal û çavdêriyê, li tepeserkirina neraziyan de bi kar tîne.

Roja Înê 24ê Reşemeya 1403 a Rojî, Kumîteya Aşkerekirina Rastiyan a Saziya Netwên Yekgirtî li rapora xwe a 2yê de, rêjîma Îranê li “hewldana rêkxistinkirî bo fetisandina dengê nerizayetiyan, çêkirina rewşa sam û tirsê li nava civakê de û parastina sîstematîk a tawankarên wan tepeserkirinan ji sizakirinê”, bi tawanbar da zanîn.

Pêka lêkolînên li vê raporê de, rêjîma Îranê bi qasek gelek zêdetir ji berê, teknolojiya çavdêrî li tepeserkirina xosearne û li jêr piştevaniya desthilatê” de bi kar aniye.

“Sara Husên” a Seroka Komîteya Aşkerekirina Rastiyan ya Saziya Netewên Yekgirtî, li vê derheqê de ragihand: “2 sal e ku rêjîma Îranê bi daxwaziyên destpêregihîştina dadperwerane û vekhev ku destpêka nerizayetiyên sala 1401 bûn, bi şêwaza hewce, pêregihîştin nekirye, Herwisa bi tawanhesibandin, çavdêriya sîxurîkirin û tepeserkirina berdewam a neraziyan û malbatên qurbaniyan bi taybet jinan û keçan, cihê nigeraniyek kûr e”.