
Mamosta “Ezîz Neimetî”, helbestvan, nivîskar, rexnegirê wêjeyî û mamostayê malnişînkirî yê xwendingehên bajarên “Şino û Urmiyê” roja Înê 22ê Xakelêweya 1404 a Rojî, koça dawiyê kir.
Mamosta “Ezîz Neimetî”, sala 1338 a Rojî li gundê “Kanîsipî” devera “Deştebêl”ê ser bi bajarê Şinoyê li malbatata naskirî ya “Neimetî” ji dayîk bû. Mamosta “Ezîz Neimetî” karnasiya bilind li zanîngeha bajarê Erdebêlê vergirtibû û li xwendingehên bajarê “Şino” ‘ deverê de waneya zimanê Ingilîsî, hinî xwendevanan dikir. Belavkirina gotar û babetan li govarên wek “Sirwe, Beyan, Mihabad, Roja Nû, Manêşt û piraniya rojname û govarên Rojhilatê Kurdistanê û govara “Raman” li Başûrê Kurdistanê û çalakiyên berdewam li encumenên bajarê Urmiyê, beşek ji karnameya wêjeyî ya Mamosta “Ezîz Neimetî” ne. Navbirî yek ji kesên xuya û avakerê binkeya “Ehmedê Xanî” li bajarê Urmiyê de bû.
Aramî û liserxwe bûn, dilvekirîbûn, zanayî û welatparêzî, beşek ji betmendiyên bilind ên “Avaşîn” bûn û bi vê sedemê, bi taybet li deverên “Şino û Mirgewer Tirgewer û bajarê Urmiyê” de xoşewîstê xelkê bû. Mamosta Ezîz, yek ji wan kesayetiyên zana û xuya û bivêr bû ku bi berdewamî bo hînkirin û handana ciwanan li deverên bajarê Şino û Urmiyê hewl dida û waneya Kurdayetî û welatparêziyê digot.
Antolojiya Çîrokên Kurdî, Tevgera Şêx Ubeydullah Nehrî, Bîreweriyên Refîq Hilmî, wergêrana 3 komên helbest û çîrokên binavdeng ên “Dadgah, Lûqmeya Şekerî û Sibê Biharê Pêk tîne” û wergêrana şanonameya “Medêa” û 2 dîwanên helbestan, beşek ji karnameya jiyana wêjeyî ya Mamsota Ezîz Neimetî ne.
Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê koça dawiya Avaşîn bi xisarekî mezin bo wêje û rewşenbîriya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dizane û bi hilkefta koça dawiya Mamosta “Ezîz Neimetî” sersaxiyê dide malbat û kesûkarên wî, bi taybet civaka wêjeyî ya Kurdistanê.