
Nûçegihaniya FOX bi belavkirina raporekê daye zanîn ku operasiyonên Amerîka li hember kartêlên madên hişber li qiraxavên Vênêzoêlayê, beşek ji hewldana berfireh a bi armanca jinavbirin a împeratoriya rû bi zêdebûn a rêjîma îslamiya Îran û Hizbullaha Lubnanê ye.
Pêka vê raporê, berpirsên payebilind ên Vênêzoêlayê digel Hizbullaha Lubnanê bo veguhastina Kokaînê hevkariyê dikin û Hizbullah yek ji çavkaniyên spîkirina diraf bo girûpên terorîstê yên wek “Tren de Aragua” ye.
Pêka axaftinên “Anna Kelly” a cihgira berdevkê Koşka Sipî, tomarkirina navê berpirsên payebilind û hêsankerên malî yên milîsên ser bi rêjîma Îranê yên wek Hizbullahê, bi tenê beşek ji bernameyên curbicur ên Amerîkayê ye.