Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê bi tevavî çik bû û ji nav ço

11:47 - 8 Îlon 2025

Pêka dawî raporên ku li navxweyî Îranê belavbûne, êdî dawî avên mayî li kendal û kûrahiya vê golê de jî çik bûne û êdî ev gol bi tevavî ji nav çûye û tevahiya jîndarên li nav ava vê golê jî jinav çone.

Li vê derheqê de “Mehdî Zarê`i” pisporê Erdnasiyê û mamostayê zanîngehê ragihandiye ku pêka dawî wêneyên vê golê, ev bi tevavî çik bûye û tevahiya ekosîstema vê golê û herwisa curên jîndarên wek mêygûyên xwecihî yên vê golê ji nav çone.

Navbirî îşare bi vê yekê jî kiriye ku çendîn milyard ton xwê li vê golê de heye ku bi rabûna ba dê heta nav bajaran here û jiyana milyonan kesî dê bikeve nav metirsiyên xwek nexweşiyên pişik û dil û li rastiyê de qeyrana çikbûna gola Urmiyê, ji paşhatên jîngehî derketiye û ewlehî, aborî û tendirûstiya xelkê xistiye metirsiyê.

Jinavçona werzêrî, koçberiya bi neçarî, nexweşiyên curbicur, jinavçona jîngeha mirovî û kuvî, bi tenê beşek ji paşhatên jinavçon a gola Urmiyê ye.