Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya 500 mîn hejmara rojnameya Agirî

16:41 - 1 Îlon 2025

Bi boneya 500 mîn hejmara rojnameya Agirî

N. Elî Munezemî

Bi boneya derçona 500 mîn hejmara rojnameya Agirî, ez dixwazim bi germî pîrozbahiyê li her kesê ku beşdarî berdewamiya gihîştina wê rojnameyê bi xwendevanan bûye, bikim. Rojnameya Agirî li heyamê temenê xwe de, bi hêz, vîzyon û îrade xizmeta doza neteweyî, zimanê dayikê, çand û dîroka me kiriye - û di heman demê de, wekî li qada berxwedan û têkoşînê, di xebata neteweyî de roleke girîng lîstiye.

Her li hejmara xwe ya yekemin di sala 2003an ve heta îro ku hejmara 500 mîn hatiye weşandin, Agirî nirxên demokratîk pêş xistine, azadiya derbirînê parastiye, bûye qadeke nerînên piralî û li dijî sansûr û zordariyê derketiye û hetta di rûyê nerînên nakok de jî deryê wê her tim vekirî bûye.

Ev Rojname bi saya hewldanên rojnamevan û nivîskarên Kurd ên li her çar perçeyên Kurdistanê gihîştiye cihê xwe. Ew platformek girîng bûye ji bo pêşkêşkirina pirsa Kurd û ronîkirina pirsgirêkên têkildarî tevahiya Kurdistanê. Ji bo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî, Agirî hem ji bo Kurdên li welatê wan û hem jî li dîasporayê amûrek ragihandinê ya girîng bûye, û xizmeta doza rewa ya gelê me bi giştî û bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê kiriye û dengê û raya wê partiyê gîhandiye xelkê.

Agirî xwe bi mijarên neteweyî yên têkildarî têkoşîna rizgariyê ve sînordar nekiriye. Her wiha mijarên civakî, mafên mirovan, parastina jîngeh û xwezayê, pirsgirêkên jinan û gelek mijarên din jî nîqaş kiriye û bi wî awayî beşdarî şekildana raya giştî bûye. Vê Rojnameyê di belavkirina agahî û nûçeyên li ser mijarên girîng û krîtîk ji bo civak û gelê Kurd roleke sentral lîstiye.

Ez hêvî dikim ku Agirî di salên pêş de jî wek dengekî azad û xaleke kombûnê ji bo gelê me bimîne.