
“Rafael Grossi” Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, ragihand ku bi hizra wî, Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya zêde, li damezraweyên navkî yên rêjîmê li Îsfehan û Netenzê de ne lê hewce ye ku em li ser lêkolînê bikin û ji heyva “June”ê ve me çavdêriya xwe bi ser wan damezxraweyan de ji dest daye.
Navbirî ev yeka jî ragihand ku li kûrahiya binerdên li çiyayên Îsfehanê de ceribangehek mezin heye û renge damezraweyek navkî ya meyandina Uraniyomê be.
“Rafael Grossi” ev yeka jî ragihand ku heta niha Ajansê ti destpêregihîştinek bi navendên navkî yên xisarpêketî an 400 kîlo Uraniyoma meyandî bi tîratiya %60, nebûne.
Rêjîma Îranê ji destpêka karê lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li Îranê ve heta niha, bi lêkolerên vê ajansaê derfet nedaye ku li çend navendên navkî yên rêjîmê de lêkolînan bikin û heta niha jî bi serastî bersiva Ajansê li derheq çavkaniya Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %83.7 ku li damezraveyeke neragihandî ya rêjîmê de peyda bibû, nedaye.