Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmê 7 girtî li girtîheke xwe de bidar vekirin ku 5 ji wan Kurd in

17:03 - 8 Îlon 2025

Pêka Rapora “HRANA”yê li roja Yekşemî 16ê Xermananê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de 7 girtî hatine bidarvekirin ku 5 ji wan girtiyan, welatiyên Kurd bûne.

Pêka vê raporê, “Tofîq Neimetî, kurê Sidîq, xelkê gundê Berdêzê ser bi devera Somayê ser bi bajarê Urmiyê, Hûşeng Hinare, kurî Nacî, xelkê gundê Xeliyan ser bi bajarê Urmiyê, Babek Omerzade kurê Hesen ê xelkê gundê Gunbetê ser bi devera Somayê ser bi bajarê Urmiyê, Kêywan Mamedî kurê Paşî, xelkê gundê Dêrik a ser bi bajarê Selmasê û Necîb Azerem, kurê Hecî Elî Gelankanî” ser bi bajarê Urmiyê, ew welatiyên Kurd bûne ku li vê rojê de hatine bidarvekirin.

Herwisa “HRANA”yê daye zanîn ku 2 bidarvekiriyên din jî, xelkê bajarê Tewrêzê yên bi navên “Sadiq Behmenî û Mucteba Salimî” bûne.

Bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê, ji aliyê rêjîma Îranê ve wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi taybet gelên “Kurd û Belûş” tê bikar tîne.