Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 501 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

21:23 - 8 Îlon 2025

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

“Bi hilkefta weşana hejmara 500 a Rojnameya Agirî koryadek bi rê ve ço” Manşêta hejmara 501 an a Agirî ye ku raporeke taybet bi birêveçona merasima bi vê hilkefê, li yêk ji binkên Hizbê de.

Rûpelên 2 de peyama navenda Ragihandina PDKÎ ku li merasimê de jî ji aliyê Kak Omer Balekî Endamê Desteya KargYrî û berpirsê Navenda Ragihandinê ve hatibû pêşkêşkirin, û herwisa Lêjneya Govara DENG ku bi hilkevta 500 mîn hejmara Agirî Peyameke pîrozbahiyê bo Agirî şandibû ke ev jî her li rûpela 2 yê de dikeve berçavan.

Rûpela 3 – gotara - “Jin, jiyan, Azadî” piștî Sê salan, Ji Dirûşmeyê Ber Bi Stratejiya hevbeș, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.

Rûpela 4 ê de gotara - Pencereya fersendan yan amadekirina mezelê rejîmê!?, ji nivîsa Elî Munezemî.

Rûpela 5 – gotara - Çalak kirina Mikanîzma Trîger li dijî Îranê: Encam û Derfet, ji nivîsa Serbet Urmiye.

Rûpela 6 – gotara - Rewşa Îranê piştî Şerê 12 Rojan û Hilweşîna girûpên bedel yên rejîma Îranê, ji nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 7 ê de – gotara - Kolonyalîzma Îranî li Gîlanê: Tepisandina zimanê Gîlekî û hewldan ji bo jinavbirina Nasnameyê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 ê de gotara - Sûriye, di navbera Federalîzmê û Modela Yugoslavya de, ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.

Rûpela 9 ê de – gotara - Çarenivîsa Hemî Dîktatoran Hilweşîn e, ji nivîsa Xelîl Mîlanî.

Rûpela 10 – gotara - Takperestî ji dîtina min ve, ji nivîsa Vênûs Fayîq û wergêrana Sîbel Xûbayî.

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê ve dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 501 a Rojnama Agirî, bi hin wêneyên merasima taybet bi 500 mîn hejmara Agirî hatiye xemilandin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî Endamê Desteya amadekar a Rojnameya Agirî ve hatiye dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.