
Amerîka hebûna her cure bernameya mayandina Uraniyom û alavên santrîfiyûjan li Îranê de bi ti awayek qebûl nake û rêjîma Îranê jî îdia dike ku bi ti awayek dest ji meyandina Uraniyomê bernade.
Danûstandina li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li derheq beranmeya navkî, mûşekî û herwisa alîkarîkirinên rêjîma Îranê bi milîsên ser bi vê rêjîmê, li roja Yekşemî 21ê Banemerê li bajarê “Mesqet”ê paytexta Ummanê, dê bi rê ve ço, di wê danûstandinê de pêka biryarên ragihandî yên Amerîka û rêjîma Îranê, cudatî, mewda û pirsgirêkên gelek mezin bo her cure lihevkirinekê hene.
Amerîka biryara jinavbirina tevav a bernameya navkî û bi taybet, meyandina Uraniyom a rêjîmê daye ku an bi rêya danûstandin an bi rêya şer ji nav bibe, û herwisa daxwaza daxistin û jinavirina 3 navendên navkî yên herî giring li Îranê “Netenz, Fordo û Îsfehan”ê û dawîhatin bi hemû bernameyên mûşekên balistîkî û alîkarikirin û piştevanbîkirinên rêjîma Îranê li milîsên ser bi vê rêjîmê dike.
Heta niha rêjîma Îranê bi fermî û eşkere, bersiva daxwaziyên Amerîka bo ser bernameya mûşekên balistîkî û herwisa milîsîn ser bi vê rêjîmê nedaye, lê wezîrê derve yê rêjîmê îdia dike ku meyandina Uraniyom bo rêjîma Îranê hêla sor e û li ser vê mijarê danûstandinê nake.
Pêka axaftinên “Donald Trump”, Serkomarê Amerîkayê û herwisa “Steven Witkoff”, nûnerê taybet ê Donald Trump li Rojhilata Navîn, rêjîma Îranê dibe hemû damezrave, navend û alavên meyandinê bi yekcarî ji nav bibe û Uraniyoma meyandî jî radestê welatekî din bike û ew yeka an bi rêya danûstandin, an bi rêya serbazî dê bêne kirin.
Her çiqas hûrgiliyên rûniştina roja Yêkşemiyê zelal nebûne, lê rengê hindê dide ku rêjîma Îranê bi vê pêkê, li durêyana teslîmbûn bi xwestên Amerîka û şer digel Amerîkayê de ye ku li encama her 2 bijardeyan de jî rêjîma Îranê dê rastî pirsgirêkên herifîner bê.
Gorî ragihandinan, qirare cih û rêkevta gera bê a rûniştinê ji aliyê Ummanê ve bê diyarîkirin.