Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Operasyona bi navê Şêrên Rabûyî a Îsraîl bo ser rêjîma Îslamiya Îranê

13:03 - 25 Hezîran 2025

N. Serbet Urmiye

Pêşgotin: Agir li Esman, Erdhej di Siyasetê de

Di 13ê meha pûşper a 1401’an a Rojî de, artêşa Îsraîlê Operasyona “Rising Lion” wate Rabûna Şêr da destpêkir ku Rojhilata Navîn ber bi qonaxek nû ya pevçûna leşkerî û hember a du hêzên îdeolojîk û jeopolîtîk ve bir. Armanca êrîşan bi tenê navendên navikî yên Îranê nebûn, hevdem pêkhateya fermandehiya Sipaha Pasdaran ku baskê bi hêz yê rejîmê jî bû, ji ber hev hilweşand. 

Di hember de bersiva rejîma Îranê wate êrîşa”Soza Sadiq 3”  ku heyamek bû rejîmê gefa vê li Îsrayîlê dikir, da xuyakirin ku rejîma Tehranê ber bi asoyeke ne zelal ve diçe.

Îsraîl: Derbeya yekem,Teknolojî û zanist

Di êrîşa han de, zêdetirî 200 balafirên pêşketî û hemdemî yên şer weke F-35, F-15 û F-16 û ... karîn bi hêsanî û bêpirsgirêk ji şîstema berevaniyê ya rejîma Îranê derbas bibin û Tehran, Natanz, Îsfahan û piraniya cihên sitratejîk û leşkirî yên Îranê bikin borkanek ji agir û dûkelê. Bombeyên pêşkevtî û xwedî teknolojiya kontirol kirinê û êrîşên sayberî ên hevdem, karîn sîstema  berevaniyê ya rejîma Îranê bêbandor bikin.

Ji bilî vê çendê kuştina komek ji fermandarên paye bilind yên  weke Huseyîn Selamî, Mihemed Bagherî, ... û zanayê etomî weke Fereydûn Ebasî  û .... htd kêrhatîbûna Îsrayîl û Mûsad”ê li hember rejîma Îranê de bi eşkere da kifiş kirin. ”Rabûna şêran” di warên hişmendi, hemahengî, pêşdeçûn û hêza leşkirî û êrîşê de weke pêngeheke micid û xaleke bingehîn di doktrîna berhingariyê ya Îsrayîlê de hate dîtin.

Îran: Bersiva Moşekan, pêkhateya Lawaz

Di bersivê de û li gor gotina berpisiyarên leşkirî yên mayî, rejîma Îranê zêdetirî 350 mûşek û diron avêtine  Hayfa, Tel Aviv û Aşdodê. Dronên Şahid 136 li hin deveran gihîştin armancê, lê bersiva bilez a pergala parastinê ya Îsraîlê (Qubbeya Hesinî û Bereqaniya Dawûd ) bersiva han sînordar kirin û nehêştin weke hewce û li gor piropagendeyên rejîma Îranê peeve here .  lawazî di sîstemên hişmendia haydarkirinê de , kêrhatî nebûna sîstema pedafend a hewayî û koştina komeke berçav ji    fermandarên payebilind yên leşkirî, Îranê di rewşek dijwar de ragirtiye.

Şerê piralî: Ji esmanan û di Îdeolojiyê de

1. hevrikiya Îdeolojîk: Şoreşa Îslamî li hember Zayonîzmê

Di navenda meydana hizrî ya şerê Îran û Îsrayîlê de hevrikiyeke micid a îdeolojîk heye ku rêberiya gotara dijberiyê di navbera herdû aliyan de dike. Ji sala 1979’an vir ve, Komara Îslamî ya Îranê hebûna Îsrayîlê nepejirandye û hertim gefa ji holerakirina wê dike. Rejîma Tehranê bi avakirin û piştewaniya taqimên terorist û tundajo yên wekî Hamas û Hizbullah û …htd , şerê li dijî Îsraîlê ne tenê weke erkekî siyasî şirove nake, belkû weke esleke olî û şoreşgerî dibîne û xwe wekî parêzvanê çîn û qatên bindest di cîhana Îslamî de dide xuyakirin.

Berevajî vê, Îsrayîlê ku di dîroka xwe de ezmûna reş a Holokostê heye, ji gefên Îranê wekî hebûna xwe mêze dike. Daxuyaniyên cuda û carna jî dijber ên rayedarên Îranê li dor ji holêrakirina Îsrayîlê, hegera meşrûiyeta bizav û kiriyarên xwe parastinê ne bo Tel Aviv’ê. Hevrikiy han di îdeolojî ê gotara şer û xwe parastinê di navbera herdu aliyan de ji bilî şerê rasterast mêj ve ye ku  bûye sedema şer di warên medyayî, çandî û siyasî.

2. Hevrikiya stratejîk û Ewlehiyê: Pêşîlêgirtin an Berxwedan?

Di hêla stratejî û ewlehiyê de, her du alî wate Îsrayîl û Îran du nêzîkatiyên di du helên bi tevahî dijberî hev de dimeşin. Îsrayîl cextê li ser esla pêştewaniya bihêz û çalak dike û bi mifah wergirtin û nûjenkirina berdewam a sîstema zaniyarî, hemaheng kirina operasyonên sayberî û leşkerî, hewl dide ku gefên rejîma Îranê berî ku rast derkevin, çine bike.

Di hember de, rejîma Îranê li ser pêşîgiriyê di rêya berxwedanê de tekezê dike û xwe dispêre hêzên herêmî yên wekî Hizbullah, Hemas û Hêzên Heşd el Şeibî. Rejîm di hizra xwe de hewl dide ku  bi wî terzî bihaya êrîşan li se dijmin zêde bike. Bi gotineke din, Îsrayîl gefan berî ku bibin kiriyar ji holê radike, di heman demê de Îran hewil dide ku gefên ku jê têne kirin bi herêma derdorê xwe ve  parvebike.

3. Piştgiriya Navneteweyî: Aşkere  û  Sînordar

Li ser asta navneteweyî, piştewanî faktoreke girîng e ku hevsengiyê di navbera hêza herdu aliyan de dide xuyakirin:

Di hêla navneteweyî de, Îsrayîl piştgiriya fermî û berfireh ji aliyên rojavayî weke Dewletên Yekbûyî, Berîtanya, Firansa û NATOyê werdigire, ku pêgeheke bi hêz di milê leşkerî û dîplomatîk de dide Îsrayîlê.

Di hember de, Îran di asteke nizimtir de û tenê li Rûsya û Çînê nêzîk e ( vê dawiyê û piştî  destpêkirina gera nû ya şer de, dewleta Pakistanê jî bi terzeke piştgiriyê didê), ku ev jî di demên çarenivîssaz û qeyranan de hertim bê helwest derketine. lewra rejîma Îranê pitir bala xwe dide  taqimên şerxwaz ên herêmî yên girêdayî xwe û bihêz dike. Hevseng nebûna han di aliyê hêz û piştewaniya cîhanî de dikare heta qasekê encama hevrikiya han eşkere bike.

Çar senaryoyên sitratejîk ên  Bersivadanê li ser rêrya Îranê

Rejîma Îranê di rewşa ku niha bi ser de hatiye, ber bi rûye çar vebijêran hatiye ku bersiva êrîşên Îsrayîlê bide. Êrîşa rasterast bi mûşekan, êrîşa sayberî, bersiv di rêya teqimên girêdayî bi xwe ve û bêhnfirehbûn(sebir)a sitratejîk. Ezmûnên berê û kiriyara hember ya vê carê jî li hember êrîşa Îsrayîlê, daye eşkere kirin ku rejîm di êrîşên mûşekî û sayberî li hember Îsrayîlê de lawaz e û şikest xwariye. Bersiv di rêya taqimên girêdayî bi rejîmê ve jî renge bihaya şer bo rejîma Îranê hindekê siviktir bike, lê dê welatên wan jî bike meydana şer û Îranê ber bi rûyê helwestên navneteweyî bike.

Di vir de bêhnfirehbûn(sebir)a sitratejîk ji rejîmê re dimîne ku ev jî li gorî ezmîmna vexwarina cama zehrê di dema şerê Îran û Îraqê de, texmîn tê dayîn ku bikare heta qasekê di gaziya rejîmê de were. Lê bihayeke giran bo ser man û berdewambûna rejîmê heye. Ji ber ku vekişiyana bê  bersiv dê pêgeha siyasî û leşkerî ya Komara Îslamî hem di nav alîgirên wê de lawaz bike hem jî dê hebûna rejîmê di astê navxweyî yê Îranê de ber bi rûyê arîşeyan bike û rêya hilweşiyana rejîmê veke. Bi xasmanî ku rejîmê demeke meşrûiyeta xwe ya rastin dinava gel de ji dest dayê.

Berteka Navneteweyî: xweragirî yan Amadekarî?

Berteka navneteweyî ya li hember êrîşa Îsrayîlê ya li ser Îranê, bertekeke li ser xwe û dualî bû; Amerîkayê, bi piştgiriya siyasî ya Tel Avîvê, xwe ji beşdariya rasterasd di şer de dûr ragirtiye, di heman demê de Rûsya û Çîn banga sekinandina şer dane. Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî jî li ser agirbes û hewlên dîplomatîk tekezê dikin. Di vê navberê de, bêdengiya welatên Kendava Erebî jî bi terzekê razîbûna wan ji lawazbûna pêgeha rejîma Îranê di herêmê de xuya dike, bê vê çendê ku bi eşkere bibin aliyê şer yan alîgirê  aliyên şerker.

Encam: kendalê hilweşiyanê ya derfetek bo ji nû ve avabûnê

Rabûna Şêr, hevsengiya bê ser û ber a hêzê di Rojhilata Navîn de tevlîhev kiriye û êrîşên serkeftî yên Îsrayîlê ku bi alîkariya teknolojiya pêşkevtî ya şer û hêza sayberî û her wiha piştgiriya Rojava meşiyane, di heman demê de ku hevkêşeyên ewlehiyê yên herêmê tevûhev dane, di heman demê de ne kêrhatîbûna pêkhate û jêrxwana bergirî û ewlekariya rejîma Îrane jî kifiş kirin.

Di vî şerî de rejîma Îranê heya niha derbeyeke giran ji aliyê leşkerî ve xwariye û şiyana xwe ya serekî di berhingariyê de li dest dayê. Rejîm niha bi qeyranên weke fermandehiya leşkerî, pedafend yan sîstema bergiriyê û ji hemûyan girîngtir qeyrana meşrûiyeta navxweyî di warên siyasî, aborî û civakî de rû bi rû ye valahiya di navbera gel û rejîmê de heta diçe zêdetir dibe. Ev rastiye jî di asta derve de rejîmê li hember gefên bîhanî de lawaz dikê û di hindur de jî bizava sernixûnî û hilweşandina rejîmê pêş dixe.