Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêlek berfirehe bêkarî û kirîza darayî di Îranê de

13:36 - 5 Hezîran 2026

Raportên navxweyî ên Îranê îşare bi vê yekê dikin ku bi rewşa xirab a abûrî, derkirina bi kom a kedkaran û paşkeftina heqdesta pîşeyên cûda dikin, bi taybet li pîşesaziya maşînsazî û pitroşîmî de.

Şîrketên mezin ên wekî, (Saypa Îranxudro) bi sedema nebûna nextîne û kêmiya parçeya yedegê, demjimêrên karê xwe kêm kirine û heqdestê kedkaran jî nivî kirine.

Ev kirîz tenê pîşesaziyên mezin li xwe negirtiye, belkî gihaye zanîngehan, şarewanî û şîrketên firokevaniyê ku çendîn mehe hiqûqê fermanberan nedane.

Hevdem bazara kar û kasibiyên biçûk li bajarên cuda û deverên geştiyariyê rastî sekinîn û îflasiyê hatine.

Bi sedema têçûya bijêv û daketina berçav a hêza kirînê, welatî dibêjin ku heta heqdesta jêr 50 Milyon Tûmenî jî têra hewcehiyên destpêkiya malbatekî çar kesî nake.

Piraniya welatiyan bi sedema bêkarî piştî şer ve neçar bûn bo dabînkirina bijêva rojane ya xwe zêr û alavên mala xwe bifroş in.