Di demekê de zanîngeh bi sedema rewşa şer ve sê meh e hatine daxistin, berpirsên rejîmê ew derfet bo dosiyesazî û derkirina sizayê giran dijî xwendekaran rexsandiye.
Tenê li zanîngeha Şerîf, 30 xwendekar ji aliyê Komîteya Înzîbariyê hatine sizadan ku hukimê 6 kes ji wan bi derkirina bi zorê û 5 sal bêpar bûn ji xwendinê ye.
Tohmet pitir bi vê hatine girêdan ku çalakiyên torên civakî û xwepîşandanên sala derbasbûyî, ku li rûniştinan de wekî wekolîna bîr û rayan miamile ligel wan tê kirin.
53 Rêkxistinên Xwendekarî li Zanîngeha Şerîf li nameyekî hevbeş de daxwaza hilweşandina destbicî a wan sizayên neyasayî kirine.
Li zanînheha Tehranê jî piroseya hevşêve bi awayekî neasayî û telefonî dest pê kiriye û xwendekar bi beşdarbûn li kuştina welatiyan di şer de hatine tometbarkirin.
Hevdem li zanîngeha Îlim û Seneet bo pitir li 100 xwendekaran dosiye pêk hatiye û hukim bi bê amadebûna wan û tenê li rêya Îmêlê ve ew hukim hatine ragîhandin.
Li zanîngeha Bûelî a Hemedanê jî, hêzên ewlehî bi neasayî rijiyane ser xabgahê û alavên xwendekaran talan kirine.
Berpirsên ewlehî ên rejîmê, ji wan Ehmed Reza Radan, Fermandê giştî ê Polîs, piştgîrî li vê tepeseriyê kiriye û gotiye ku, li destpêka şer ve heya niha 6 hizar û 500 kes li jêr navê Sîxûr û Nîştimanfiroş hatine girtin.