Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îran bi lihevkirinekî 4 qonaxî nêzîk bûne

17:57 - 5 Hezîran 2026

Li gorî raporteke kanala El Hedes, Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê nêzîkî peymaneke çar qonaxî bûne ku ji kêmkirina pêvçon û aloziyan dest pê dike û bi mijara navokî û nexşeya ewlehiya navçeyê bi dawî dibe.

Derbasbûna ji qonaxekê bo qonaxa din, tenê piştî pêkanîna soz û berpirsiyariyan ji her du aliyan pêk tê.

Qonaxa yekem a vê peymanê, rawestandina operasyonên serbazî yên rasterast û dûrketina ji her cûre alozî yan vekirina eniyên nû yên şer li Rojhilata Navîn li xwe digire. Di qonaxa duyem de, giranî li ser ewlehiya keştîvaniyê, vekirina bilez a Tengava Hormozê û herwisa parastina xetên veguhastina enerjiyê ye.

Li gorî nûçeyê, qonaxa sêyem li ser bawerîavakirina aborî, rakirina hinek ji cezayên ser Îranê, azadkirina pişka darayî ya bokekirî û hêsankirina hinardekirina neftê ye. Qonaxa çarem û ya herî aloz ku dibe ku bi mehan bikişîne, li ser asta dewlemendkirina oranyomê, pergalên çavdêriyê û lihevkirinên ewlehiyê yên herêmî ava dibe.