Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp dibêje: Em rê Nadin Îran bibe xwedî çeka navokî

13:38 - 5 Hezîran 2026

Li gorî daxuyaniyên Donald Tiramp li Koşka Spî, serokomarê Amerîkayê hişyariyên tund dan Komara Îslamî ya Îranê û ragihand ku Tehran bi tu awayî nikare bibe xwediyê çekên navokî. Tiramp diyar kir ku eger Îran leşkerên Amerîkî bikuje, Waşîngton dê pir bi lez berteka leşkerî nîşan bide û şer ji nû ve bide destpêkirin.

Tiramp derbarê hêza serbazî ya Îranê de îdîa kir ku hêzên wan ên asmanî û deryayî bi tevahî hatine jinavbirin û rêberiya wan ji nav çûye. Wî tekez kir ku Amerîka çi li ser kaxezê û çi di qada şer de, dê serbikeve û encama yekser a vê serkeftinê jî vekirina bilez a Tengava Hormozê ye.

Herwisa Tiramp rexne li welatên NATOyê girt ku di vekirina tengavê de alîkarî nekirine û got ku ev bêtifaqî dê ji bo wan pir giran tewaw bibe. Li ser pirsa egera hevdîtina ligel Mojteba Xamneyî jî, serokomarê Amerîkayê eşkere kir ku daxwazeke wî ya wiha nîne, lê eger rû bide, ew ê bi rêz û hurmet nêzîk bibe.