Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Awirek bi pirtûka “serûçavên dagîrker, serûşavên dagîrkirî” a nivîsa “Albert Memmi”

13:22 - 29 Hezîran 2025

N. Bêhzad Qadirî

W. Bêhzad Simko

Destpêk

Pirtûka ““serûçavên dagîrker, serûşavên dagîrkirî” li sala 1957 a Zayînî, ji alliyê “Albert Memmi” ve hatiye nivîsandin û li sala 2025 a Zayînî de ji aliyê “Fuwad Kerîmî ve ji Zimanê Firansewî ve bo zimanê Kurdî hatiye wergêrandin û li Herêma Kurdistanê de jî hatiye çapkirin û weşandinê. Ev pirtûka li wêjeya “Postcolonialism”ê de berhemek bingehîn e û bihevxistina dîtingehên filosofî, civaknasî û hindirnasiyê, li pêwendiya navbera dagîrker û dagîrbûyî, şirove dike. Berwajiyê pitira wan şirovekarên ku koloniyalîsmê wek diyardeyek tevav siyasî an aborî dibînin, “Albert Memmi”, koloniyalîsmê wek ceribandineke hundîrî û hundire-civakî ya du alî dibîne: ceribandinek ku hem dagîrker û hem dagîrkirî, rastî “qeyrana nasname, hevrikî û jixwebiyanîbûn”ê tîne.

Pêkhateya pirtûkê

Ev Pirtûk ji du beşên bingehîn pêk hatiye: 1- serûçavên dagîrker 2- serûçavên dagîbûyî.

“Albert Memmi” li wan 2 beşan de dide xuya ku çawa koloniyalîzm, sîstemek hundirî û îdeolojîkiya aloz e ku li ser binyata duyaneya dijayetî û pêkhateya pilkebend, hem zalker mijûlê rewatîdan bi hejmoniya xwe dike û hem jêrdest neçar bi xwebiçûkdîtinê dike.

Beşa yekem: Koloniyalîst û qeyrana reftar-hundiriya hejmûnê

“Albert Memmi”, koloniyalîstê neku her wek fakterek aborî an serbazî, belku wek (sûje) an sobektîvekî hundirî ku mijûlê hevrikiya navxweyiyan e, dide xuya. Bo vê ku serdestî û hejmoniya xwe bidomîne, hewcehî bi guherandina rûkê rast ê dagîrkirî heye.

- Hêcetanîn bo serdestiyê; Koloniyalîst bi mijarên wek “şaristanîkirin, rizgarkirin û daba pêşkevtinê” neçar e ku xwe bi xwdî exlaq bide nîşandan.

- Sivikatîkirin bi yê din; dagîrker bo parastina serdestiya xwe, dibe wêneyeke paremayî li dagîrbûyî çê bike. Bi gotina “Memmi” dagîrker sivikatiyê bi dagîrkirî dike bo vê ku bikare xwe bi mezin bide nîşandan.

- Dûrketin ji rastiya exlaqî, heta koloniyalîsma bi armanc baş jî li dawiyê de dibe berhemhênerê serdestiyê, çimkî pêkhateya koloniyalîzmê, her armanceke exlaqî, pesîv dike.

Li wir de koloniyalîst tûşî curek li dunasnametiyê dibe: “Ji aliyek bala wî bo vê heye ku bawerî bi mirovahiyê hebe, ji aliyê din ve û li kiryar û piraktîkê de hewara xwe bo tundîtîjî û cudatîdanîna sîstematîk ve dibe, ew rewş dibe sedema hilveşîna wijdanê li koloniyalîst de.

Beşa duyem: dagîrkirî û hundirnasiya xwebiçîkdîtin û jixwebiyanîbûn

“Albert Memmi” li beşa duyê de karlêkeriyaên hundirî û nasnameyita kolonoiyalîzmê li ser dagîrkirî, rohn û şirove dike. Bi bawera wî, koloniyalîst bi tenê bi derba çek serdest nîne, belku karlêkeriyên wî li ser hizir û hundirê takê dagîrkirî ye, dixwaze takê dagîrkirî bike koleyê xwe.

Navekîkirin an etomîzekirina sivikatî û xwebiçûkdîtin; Piştî dubarekirinan û rûberûbûna berdewam digel morkên tevlî pêkenîn û sivikatîker, hêdî hêdî dagîrbûyî vê dîtingehê li derheq xwe ve etomîze û navikî dike. Ev yeka jî dibe sedema kerbjixwebûn, şik û gumal lixwekirin û jixwebiyanîbûnê.

- Du alîketina li nav hundir; Dagîrbûyî an dagîrkirî bi awayekî hevdem hem sivikatî bi koloniyalîst dike û ecîbgirtiyê wî dibe. Ji aliyek dixwazin bêne azadkirin, ji aliyê din ve dixwazin wek koloniyalîst bin. Ev dijheviya, curek aloziya hundirî li takê dagîrkirî de berhem tîne.

- Bal bo asimîlebûnê, hinek ji koloniyan hewlê didin ku bi destberdan ji ziman, ol û nerîtan û erêkirina kultûra koloniyalîst, xwe bêxin nav pêkhateya dewsthilatê. Lê “Albert Memmi” dide nîşandan ku ew prose, hertim tûşî şikestê dibe, çimkî koloniyalîst ti car wî wek “Xwe” qebûl nake.

Koloniyalîzm wek pêywendiyeke netendirûst

Yek ji çemkên bingehîn ên vê pirtûkê, dîtingeha koloniyalîzmê wek pêwendiyek hundirî ya netendirust e. koloniyalîst bo vê ku nasnameya serdestbûna xwe biparêze, hewcehî bi sivikatîkirin bi “yê din” heye. Herwisa dagîrkirî bo peydakirina wateya wê ya hebûna xwe, tûşî dijayetiya li navbera “redkirin û rakêşanê” dibe.

Bandor û pêgeha pirtûkê li wêjmana “Postcolonialism”ê

Pirtîka “Albert Memmi” bi taybet li kêlega berhemên “Frantz Fanon”(Pêstê Reş, Dcemamika Sipî û Dujehiyên Ser Erdê), rolek girîng li pêkhateya “Postcolonialism”ê de hebûye. Herwisa dîtingeha hundirî ya wî, binyata şirovekariyan li berhemên “Edward Said” bûye.

Herwisa berhemên “Albert Memmi” karlêkeriyek gelek zaf li ser têgihîştin ji “Neocoloniyalism”, koloniyalîsma Kultûrî û heta hundirnasiya bi kom a civakên piştî koloniyalîzmê yên wek li ser babetên wek qeyrana nasnameya netewî, berxwedana kultûrî û hewldan bo avakirina nasnameya resen hebûye.

Encam

Pirtrûka “Serûçavên dagîrker, serûçavên dagîrkirî” ya “Albert Memmi”, bi biukaranîna dîtingehek hundirî û civaknasiyê, digel çînên kûr û nedîtiyên pêlwendiya koloniyalîzmê bi me dide nasandin. Ev berhema vê dide xuya ku koloniyalîzm bi tenê pirsek serbazî an siyasî nîne, belku pêkhateya hundirî û kultûrî ye ku çarçoveyê bo hizrînan dide xuya û nasnameyan ava dike û bi rêya ziman, perwerde, ragihandin, û nirx û bihayan, derfetê bo berhemanîna baladestiyê çê dike.

Xwendina vê pirtûkê, bi taybet li civakên piştî koloniyalîzê de bo şirovekirina mîrata hundirî ya koloniyalîzmê û rizgarbûn ji vê, hewcehiyek rohn û eşkere ye.