
N. Eskender Ceiferî
Artêşa Îsraîlê ji bo mana xwe, dixwaze metirsî û gefên ku li ser wê hene, nehêle. Lewma êrîşî ser rêjîma Îranê kir da ku rê nede ev rêjîm bibe xwediyê bombeya etomê. Îran jî xelkê sivîl û girtiyan ji xwe re dike mertal.
Roja 16ê Hezîrana 2025an, hevdem digel berdewamiya pevçûna leşkerî ya di navbera rêjîma Îranê û Artêşa Îsraîlê de, Ismaîl Fikrî 30 salî yê xelkê bajarê Tehranê li girtîgeha Qizilhisar a nêzîkî bajarê Kerecê bi awayekî veşartî ji aliyê rêjîma Îranê ve hate darvekirin. Ew bi sîxurtiya ji bo welatê Îsraîlê hatibû tometbarkirin - sûcdariyek ku li gorî rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî, her ku diçe ji aliyê rêjîma Îranê ve wekî amûrek siyasî tê bikaranîn. Ne malbata wî û ne jî parêzerê wî ji berê ve nehatibûn agahdarkirin û lewma wî nekarî ji bo cara dawiyê malbata xwe bibîne. Standina sizayê darvekirinê bi awayekî veşartî pêk hat. Ku ev jî dîsa rexneyên mezin li ser pêkhateya dadwerî ya rêjîma Îranê derdixe holê.
Îsmaîl Fikrî sala 2022an hate girtin. Piştî du salan ji girtîgeha takekesî û lêpirsînan, sala 2024an ji aliyê Dadgeha rêjîma Îranê ve bi rêveberiya Dadwer Îman Afşarî cezayê darvekirinê bi ser de hate birîn. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê û saziya mafên mirovan a Hengawê beriya niha hişdarî dabûn ku dibe ku ew bê darvekirin. Li gorî van saziyan, ev yek nîşan dide ku zextên rêjîmê bi zanebûn zêde dibin, nemaze di demên krîzên siyaseta derve de.
Çar girtiyên siyasî yên Kurd bi navên Wefa Hinare, Aram Omerî, Rehman Pirhazo û Nesîm Nemazî jî beriya niha li girtîgeha Urmiyê bi tometa sîxuriya ji bo Îsraîlê hatibûn darvekirin.
Li gorî Hengaw, di roja 30 yê heyva borî de herî kêm 12 kes - di nav de 7 welatiyên Kurd - bi tometa sîxuriya ji bo Îsraîlê ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine darvekirin. Darizandin bi gelemperî bi mikurhatina bi zorê, îşkence û nebûna zelalbûna dosyeyê dihatin xuyakirin. Kurd, Bahaî û çalakvanên civaka sivîl bi taybetî rastî wan binpêkariyan tên.
Li gor saziyên mafên mirovan, 5 girtiyên Kurd bi navên Azad Şocaî, Idrîs Elî, Şahîn Wesaf, Nasir Bekirzade, û Resûl Ehmed Mihemed di bin metirsiya darvekirinê de ne. Girtiyê siyasî bi nave Mihemededîn Mehdavî Şayiste, ku ew jî li Qizilhisarê girtî ye, sizayê darvekirinê yê wî hatiye piştrastkirin. Tê gotin ku mikurhatinên wî di bin givaşên giran ên psîkolojîk de hatine wergirtin. Lêkolînerê Îranî-Swêdî bi navê Ehmedreza Celalî tevî nerazîbûnên navnetewî lê heya niha di girtîgehê de ye û ew jî bi darvekirinê hatiye sizakirin.
Rewşa girtîgehan hevdem digel berdewiya şer xirabtir dibe. Li Kirmaşanê, hêzên ewlehiyê bi tundî bersiva nerizayetiya li Girtîgeha Sêzilawa dan. Piştî êrîşên Îsraîlê yên li nêzî girtîgehê, girtiyan xwestibûn rêjîma Îranê wan bibe cihekî ewleh. Tê gotin ku pitir ji 15 girtî hatine kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûne. Li Girtîgeha Êvînê, girtiya siyasî bi nave Mahvaş Seedal di nameyekê de şert û mercên xembar wiha vegotin: "Em di navbera tirsa bombeyan û xencerên hêzên Îranê de dijîn... Ewlehî peyvek vala ye. Rêjîma Îranê jî me naveguhêze."
Girtîgeha Seqizê jî ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye dorpêçkirin. Girtî daxwaza veguhestin ji bo cihên ewleh dikin. Lê heya niha rêjîmê ew neveguhêstine. Di vê navberê de, li gelek bajaran - di nav de Tehran, Urmiye û Sine kesên ku ji kampên madeyên hişber reviyane, hatine girtin û ji bo cihên nediyar hatine veguhestin.
Herwisa dadweriya Îranê jî çavdêriya xwe li ser xelkê zêde kiriye: bi peyamên nivîskî hişyarî hatiye dayîn ku kêfxweşiya li hember êrîşên Îsraîlê an jî şîroveyên bi vî rengî dê cezayê ji bo xelkê li pey xwe ve bînin. Çavdêr vê yekê wekî hewldanek din ji bo kontrolkirina raya giştî dibînin.