Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sînemaya çewt, nikarin pêşmerge lekedar bikin

13:01 - 7 Hezîran 2025

Her şoreş û tevgerek rast a netewî an civakî bi rêya dabînkirin û berjewndiya giştî, tê rêkxistin; her vê jî rewşek wiha afirandiye ku heta niha jî xelkê Kurdistanê şoreşê ya xwe bizanin û bi hemû şêwazekê bo bihêztirkirina vê alîkar bin.

Nihêniya vê yekê ku netewek wek Kurd bi îmkanat û derfetên kêm li hember dujminek xedar û teyar disekine û piştî xebatek dijwar û bi xwîn, li encamê de dujmin dişkêne, çavkanî ji du binyatên bingehîn ve digre: Yekem, daxwaziyên vê netewî digel carnameya cîhanî ya mafê mirov e; Anku dijî biryarnameyên navnetewî nîne, ya duyem jî hebûpna Hêza Pêşmerge ye ku li herdemek hewce bê zanîn, bi her cihek veguhazin û çalakiyê bike, ti hêzek nikare vê bişkêne û ji meydanê der bixe.

Li vê navberê de rêjîma çewtekar a komara îslamî bo jirêderxistina raya giştî li Îranê û lekedarkirin û kirêtkirina rûkê rast ê şoreşvanên Kurd ku bi Pêşmerge tê naskirin û îro sembola berxwedan û rawestan li hember bêdadiyê ye, her dem carekê bi rêya îmkanatên midayiyên xwe ku a herî bihêz a wan sînema û têlêvîzyon e, hewlê bo alozkirina dîrok xapandina xelkê bi taybet nivşa îro dide.

Li rojên derbasbûyî de rêjîma Îranê fîlmek li jêr navê “pêşmerge”bi derhêneriya kesek ê bi navê “Elî Xefarî” û amadekariya “Areş Zeynelxêrî”,î berhem aniye. Ev fîlma baskirin ji beşek ji jiyana pasdar Seîd Qeharî, piştî dorana şer e. ew li sala 1358 de li şerê Pawê de digel Çemran ê cinayetkar, beşdarî kiriye û piştre digel pasdar ehmed mutewesiliyan û ehmed kazimî û kesên din li emeliyatên din de li Kurdistanê, cinayet kirine ku piştre li sala 1358 a rojî de her li Kurdistanê de hate kuştin.

Derhênerê vê fîlmê dixwaze navê bi şan ê Pêşmerge bo nivşa niha ya Îranê û bi taybet li Kurdistanê, kirêt û nehez bide xuya. Aktorên vê fîlmê ku rola pêşmerge dilîzin bi kesên bikuj, rêgir, cinayetkar û çete didîn nîşandan ku her wek dihate pêşbînîkirinê, aliyê kêm li Kurdistanê de xelk amade nebû dema xwe bo mêzekirin bi vê fîlma tejî çewtekarî bi heder bide.

Her ew pêşwazînekirin û temaşenekirina vê jî wiha kiriye ku heta niha jî derhênerê vê fîlmê hawara wî bilind bûye û dibêje ku gelek diraf bo berhemanîna vê fîlmê xerc kiriye lê bê temaşewan maye.

Rêjîma îslamî bo reşkirina navê “Pêşmerge” bi dirêjahiya temenê xwe yê gemar, gelek fîlmên din ên bi vê naverokê berhem anîne, fîlmên wek fîlma “kanî manga” ku li sala 1366 ê, fîlma “Gulha û Gulûlêha” li sala 1370, fîlma “Şûrê Şîrîn” li sala 1388 û çendîn kurtefîlmên çewt ên din. Heta rewş gihîştiye qonaxekê ku rêjîmê li çend salên derbasbûyî de bo vê yekê ku hêzên xwefiroş li Kurdistanê bo aliyê xwe rabikîşe li bajarê Sinê ku cihê serîhildana dehan hemaseyên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bûye, kombûnên berfireh bi xercek giran û ecêb bi rê ve bibe ku kesên wek serokê meclîsa rêjîmê, serokê besîc û nûnerê rêberê rêjîmê û hejmarek din ji berpirsên rêjîmê li vî bajarê de beşdariyê bikin.

Kombûnek ku navê kongirê bi ser danîbûn û bo rêzgirtin ji wan caşên ku li yekeyên spaha psdaran de bo serkutkirina tevgera azadîxwazaneya Kurdistanê de beşdar bibûn û hatibûne kuştin bi rê ve ço, ew kombûn a bi deng û diholên zêde li demekê de bi rê ve çoye ku pirsa Kurd lî cîhanê de zêdetir ji her demekê bal û raya giştî bo aliyê xwe rakêşaye û heta pirs bûye pirsek navnetewî jî. Birêvebirina vê binav kongirê bo çaşên hatinî kuştinê li jêr navê “pîşmergê muselman” de ew jî armanceke din a komara îslamî bo kirêtkirina navê pîroz ê”Pêşmerge” bû, navek ku niha li wêjeya siyasiya cîhanê û îro wek sembola azadîxwazî û sekinîn li hember dîktatorî û zordaiyê tê binavkirin.

Li rastiyê de jî gelek ron û eşkere ye ku girîngtirîn faktera serkevtinên piştî êrîşên DAÎŞê û rakêşana bala welatên herî bihêz bo aliyê xwe, ev navê Pêşmerge bû ku li seranserê cîêhanê de navûdengê vê bilind bû.

Li asta navxweî de jî anku li cografiyaya Kurdistanê bi tenê bese ku awirek li Newroza îsal li Rojhilatê welat bidin; Newroza Xakîpoşan ku tê de xelkê kincên xakî li xwe kirin û axabanî avêtin stuyê xwe, remza xoşewîstî û hezkirina wan li Pêşmergê Kurdistanê bû.

Cem xelkê Kurdistanê, Pêşmerge kesek e ku li pêxema bîr û bawer û armancên mirovî yên netewiya xwe de can û darayiya xwe fîda dike û li rewşên dijwar de li tenîşta netewa xwe de ye ku her vê yekê jî kariye pîlanîn lipeyhev ên komara îslamî û yek ji wan sînemaya tejî çewtekariya vê rastî şikestê bike.

Gotina min ya dawî li vê derfetê de jî dikare eva be ku hekî Pêşmerge heta îro kariye bi ser hemû astengî û lemperên li ser rêya xebatê de bi ser bikeve ev ketwar û rastiye ku xelkê têkoşer û qehremanê Kurdistanê hertim pişt û penaha Pêşmerge bûne û ev bi erkek binyatiya xwe zanîne û her li pêwendîya dînamîka vê jî ye ku dijminê Kurd her tim jê biecîn e.