Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan jîngeparêzan canê xwe fîdayê parastina jîngeha Kurdistanê kirin

11:36 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2025

Piştî şehîdbûna “Hemîd Muradî”, çalakvanê jîngehparêz û birêveberê encumena jîngehparêziya “Şiney Nojîn a Kurdistanê” li dema temirandina agirê çiyayê Awiyerê, “Xebat Emînî”, çalakvanekî din ê jîngehparêz ku li cehda temirandina agir de bi dijwarî şewitî bû û birîndar bibû, bi sedema kûrahiya birînên şewata cestê wî, ev jî li nexweşxaneyê de şehîd bû.

Bi beşdariya hezaran kesî, termê şehîd Hemîd Muradî bi axa Kurdistanê hate spartin û li rêûresma bi axsipartina wî şehîdî de xelkê bi hevre sirûdên welatparêzî starndin û rêûresma sersaxîdanê de jî dirûşma Dagîrkerê Îranî, tu bikujê xortên me yî” dan.