
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta şehîdbûna “Hemîd Muradî”, çalakvanê jîngehparêz ku li dema temirandina agir li çiyayê Awiyerê de rastî şewitînê hatibû û canê xwe pêşkêşî parastina jîngeha nîştmana xwe kir, peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Canjidestdana “Hemîd Muradî”, çalakvanê jîngehparêz û birêveberê encumena jîngehparêziya “Şiney Nojîn a Kurdistanê” bûyerek cergbir bû.
Piştî agirpêketin bi bilindahiyên çiyayê Awiyerê, hejmarek berçav ji çalakvanên medenî û jîngehparêz, digel xelkê deverê, wek erkek niştimanî, bi armanca temirandina agir, çonê cihê agirpêketinê.
Mixabin têkoşerê jîngehparêz, “Hemûd Muradî” ku bi sedema guriya agir rastî şewata cesteyî û birênên kûr hatibû, bi sedema dijwariya birînan, xatir ji jiyanê xwest û canê xwe pêşkêş bi ax û jîngeha Kurdistanê kir.
Xelkê xwedî helwîst û welatparêz ên parêzgeha Sine û deverên derdor, li rêûresmeke bi şan û berçav de, termê nûtirîn şehîdê jîngehperêziyê bi axa pîroz a Kurdistanê spartin.
Beşdarbûna Kurdistaniyan li vê rêûresmê û çalakbûna wan, careke din da selimandin ku netewa xweragir û xwedîbawera Kurd li Rojhilatê welat de li derheq jîngeha Kurdistan û şehîdên jîngehparêz, xwedîseh e û jê xwedî derdikeve û vê peyamê dide kû “Hizra kesk, rêber e”
Bi vê hilkeftê, sersaxiyê dibêjme malbata Hemîd Muradî û civaka jîngehparîziya Kurdistanê, bi hêviya başbûna birîndarên vê bûyerê.
Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
26ê Temûza 2025 an a Zayînî