Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Troîkaya Ewropayê amadebûna xwe bo çalakkirina mikanîzma maşê ragihand

12:23 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2025

Piştî bêencammana danûstandinên li navbera Troîkaya Ewropayê digel rêjîma Îranê li bajarê Istenbolê li Tirkiyê, Troîkaya Ewropayê gef li rêjîma Îranê kirin ku hekî rêjîma Îranê sozên navokiyên xwe cîbicî neke, ev amade ne ku mikanîzma maşê çalak bikin.

Troîkaya Ereropa anku “Birîtaniya, Firanse û Alman” bi belavkirina peyameke hevpar li tora civakiya “X” de daxwaz ji rêjîma Îranê kirin ku rêya dîplomasiyê hilbijêre û hekî rêjîma Îranê sozên xwe yên bernama Etomî cîbicî bike, ev dê çalakkirina mikanîsma maşê paşde bêxin, neku Troîkaya Ewropayê amadeyê vegerandina hemû dorpêçn ragirtî (Snapbeck) bo ser rêjîma Îranê ye.