Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Ceyşuledîl dadgeha rêjîmê li bajarê Zahidanê de kirine armanc

20:55 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li demjimêr 8 û 50 xulek a roja Şemî 4ê Gelawêjê, hêzên çekdare Ceyşuledil êrîş kirine ser dadgusteriya rêjîmê li bajarê Zahidanê û şerekî giran li nav vê bêdadgehê de dest pêkirin û ragihandin ku ev êrîşa bi armanca “rawestan li hember sitema dezgeha dad a rêjîmê li xelkê Belûç” hatiye kirin.

Herwisa Ceyşuledilê ev çalakiya xwe ya çekdarî bi “Insaf Bask” anku “Baskê dadperweriyê” binav kirine.

Li hundirê dadgeha rêjîmê de bilî dengê teqeyan, dengê teqînan jî hatine bihîstin û dûkelek mezin bi ser dadgeha rêjîmê bilind bûye û pêka dawî amarên belavbûyî, zêdetir ji 8 kesan hatine kuştin û zêdetir ji 22 kesî jî birîndar bûne, û 3 kes ji hêzên Ceyşuledil jî di wî şerî de hatine kuştin.