Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehîd Qasimloyê, Ku Min Naskir

17:22 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2025

N. Mesûd Tek

Ez dixwazim di vê nivisarê xwe da behsa Qasimloyê mirov û Qasimloyê siyasetmedar û qasimloyê, ku min naskiriye û dersên, ku ez ji xebata wî fêr bûme, bikim.

Min navê Qasimloyê nemir di salen 70’î de bihîst. Hingê li Bakurê Kurdistanê hişyariyekê netewî ya berfireh di nava xortên Kurdan de hebû. Di behs û gengeşiya me de navê Qasımlo jî dihat gotin. Lê bi nêzîkî di salen 80’î de min ew naskir.

Tê zanin di sala 1980’an de li Tirkiyê Kudutaya leşkerî çêbû û gelek welatparêz mecbûr man an biçin Rojhilatê Kurdistanê, an jî Rojavayê Kurdistanê , ku ez jî li gel gelek hevalên xwe çûme Rojhilatê Kurdistanê. Hingê Piraniya axa Kurdistana Îranê hatibû rizgar kirin û ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ve dihat bi rêva birinê. Hizb himbêza xwe ne tenê bo me, bo hemû tekoşerên Kurd, ku ji ber rejîma leşkerî pena înabûn Kurdistana Îranê vekir.

Ji salên 1981`an vir ve ji ber kar û baran me gelek caran serdana Polît Buroya PDK-Î dikir û carna jî Şehîd Qasimlo jî didît û li gel wî giftûgo û sohbet dikir.

Nasname û siyaseta giştî PDK-Î ya îro, berhema xebata Qasimloyê nemîr e. Wekî eyan e PDK-Î paş ruxana Komara Kurdistan û şehîd kirina Pêşava Qazî û hevalên wî tuşî qeyrana nasnameyî bibû. Gelo PDK-Î beşekê partiya TUDEH ye, an jî Partiya Demokrat a Kurdistan (Başur) e? Di encama kar û xebata Qasimlo û hevalen wî de, PDK-Î bûye partiyekê serbixwe û Kurdistanî. Anku nasnameya zelal bo her rêxistinên siyasî mercê serekî ye.

Dersên dinê, ku ez ji Qasimloyê nemîr fêr bûme parastina îxtiyara biryara siyasî dayin e. Zirofê navçe û Kurdistanê, li partiyen Kurd, bi taybetî li partiyên ku xebata çekdarî dikin ferz dike, ku peywendî bi dewletên cîran a dagirker deynin. Ev yeka hanê tiştekê siruştî ye. Lê, tiştek, ku ne siruştî ev ye, ku partiyan îxtiyara biryar dayinê bidine destê biyanî û bi gor daxwaza wan tevbigerin. Şehîd Qasimlo derheqa babeta hanê da digot: “Neyarek ku îro alîkariya te dikin, her dijmin e dost hene, îro alîkariya te nekin jî, her dost in.” Qasimloyê şehîd hertim digot “partiyên Kurdistanê dikarin li gel dewletên cîran a dagirker, peywendî deynin, lê belê nabe baca peywendiya hanê tevgera azadîxwaza vê perçeyê bide.”

Şehîd Qasimlo gelek girîngî dida piştgiriya navnetewî û gelek hewl da, ku hêzên demokrat û azadîxwazên cîhanê palpiştî tevgera azadîxwaza Kurd bin. Di her derfetekê de digot “dijminek pir e, hezar dost kêm e.” Digot “divê em hewl bidin neyarên xwe kêm bikin, dostên xwe zêde, ger dost nebin jî, bila bê teref bin an jî nebine neyarê tund.”

Dersek, ku ez ji şehîd Qasimlo hîn bûm, derheqa demokrasiyê bû. Hingê ez sosyalîstê tund bûm. Dîktatoryaya proleterya li ba me ji demokrasiyê herî kamîl û pêşketî baştir bû. Lê belê, gava Şehîd Qasimlo digot “demokrasiya xirab ji dîktatoryaya baş çêtîr e”, di destpêkê de min qebûl nedikir û digot çawa tiştê usa dibe? Lê belê, ez hêdî hedî têgihiştim û xebat û dîrok jî nîşan daye, ku şehîd Qasimlo rast e û divê xebat bona demokrasiyê bibe stûnek ji bona xebata azadî û serbestî ye.

Ligel vê yekê Qasimloyê nemîr hertim bo me digot “belê rast e îro li Tirkiyê kuduta hatiye çêkirin rejîmê leşkerî heye. Lê belê, anegorî Îran Tirkiyê welatekî demokratîk e, berê Tirkiyê li Rojava ye, Tirkiyê dixwaze bibe endama Yekitiya Ewropa. Ev yeka hanê bona tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê derfet e. Divê tevgera Kurd ji tund û tijiyê dûr be, girîngî bide xebata demokrasî û dîplomasiyê li Ewropa.

Li ba Qasimloyê şehîd hevkarî û diyaloga partiyên seranserê Kurdistanê gelek girîng bû. Lê belê, ev her usa bi tundî dijî vê yekê bû, ku parçeyek tedaxulê kar û barên perçeyên dinê bike û xwe li ser parçeyên dinê bisepîne. Qasimloyê nemîr digot “em hemû ne dostê hevdu ne, em hemû birayê yekdu ne. Meriv dostê xwe hildibijere lê belê nikare birayên xwe hilbijêre.” 

Qasimlo gelek caran ji bê dengiya bîrûrayê navnetewî aciz dibû gazinde dikir û digot “du dostên me hene: Gelê me û çiyayên me.” Lê, Qasimloyê nemîr her usa di warê navnetewî da bona peyda kirina dost û alîkar bo xebata azadiyê, gelek kar kiriye.  Îro eger gelek karbidestên dewletên Rojava, serokên partiyên desthilatdar dibêjin,“ne tenê çiya em jî dostê Kurd in”. Bê guman bandora xebata Qasimloyê nemîr di gotina hanê mezin e.

Şehîd Qasimlo hertim digot em şer naxwazin, dixwazin pirsa Kurd bi şiklê aşitî û bi rêka diyalogê were çareser kirin. Evê dewlet e, ku bi tank û top êrîşî ser gelê Kurd dike û şerfiroş e. Gelê Kurd bona parastina hebûna xwe, bona parastina welatê xwe mecbûr maye şer bike.

Qasimloyê nemîr digot: giftûgo li gel rejîm beşekê girîng a xebata azadiyê ye, mêzê giftûgo jî yek ji meydanên xebatê ye. Di akamê de pirs, li ser mêzê giftûgo tê çareser kirin, û bi xwe jî li ser mêzê giftûgo hat şehîd kirin, ku ev yeka hanê nîşan dide, ku Qasimloyê nemîr çiqas li ser boçûnên xwe pêgîr e. Şehîd Qasimlo li ser bîrûbaweriya çiqas pêgîr bû evqas jî ji tundrewiyê dûr bû, ev sazişkar nebû sazgar bû.

Bi gor min li gel ew hemû xisusiyetên xwe ve, Qasimloyê nemîr wekî me mîrov bû. Ustureyî nebû ji ezmanê nehatibû. Yên ku gelek bandor li ser min kir, xakî bûna Qasimlo bû. Qasimloyê nemîr yarîker bû, henek dikir. Rugeş bû, min her tim wî bi rukenî didît. Ji xwe nîşan dayîn (show) dûr bû. 

Qasimloyê şehîd li esmanê Kurdistanê qertalê berz firîn e û dê her usa jî bimîne.