
Roja Çarşemî 1ê Gelawêjê, hêzên mirovkuj ên întizamî li bajarê Helîlanê ser bi parêzgeha Îlamê, bi awayekî hovane, bi zanebûn û bê agehdarkirina berê teqe li 2 ciwananên bêtawan ên xelkê wî bajarî yê bi navên “Arman Bêyglerî û Pêjman Berdîwend” kirin û ew kuştin.
Herwisa Kolberekî temen 24 salî yê xelkê gundê “Dupilore”yê ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê ve hatiye birîndarkirin.
Li vê rojê de “Emîn Gerdî”, kolberê xelkê gundê “Kanî Temerxan” ser bi bajarê Merîwanê, li bilîndahiyên çiyayê “Tete” li devera Hewraman a bajarê Serwabadê, ji aliyê hêzên rêjîmê ve hate kuştin û kolberekî din ê bi navê “Resûl Fethî” yê xelkê bajarê Merîwanê li devera sînoraiya wî bajarî de hate birîndarkirin.
Li 4ê Gelawêjê de jî “Berzan Salihî”, kolberê temen 38 salî yê xelkê bajarê Banê bi zanebûn û bê agehdarkiriuna berê ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê de hate kuştin.