Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat û 80 sal berxwedana pir şanazî

19:29 - 24 Tebax 2025

N. Rostem Cehangîrî

80 slaîya xebata Parta Dêmokrat a Kurdistana Îranê ji pêxama mafên netewî û demokrasî ,

83 sal berî niha li Rojhalatê Kurdistanê hinek rewşenbîr têgehiştîyên gelê Kurd li dewra hev diciwin û sazîyekê çê dikin bi navê kumeleya jîyaneva Kurd,(J.k).

Ewê sazîyê bo heyama 3 salan xebat bo rizgariya Kurdistanê bi netenî dikir.

Jêkafê li pirogirama xwede veke hizbekî neteweî û li varê cîhanbîniya xwede hêzeke siyasî û olî pêyrewî dikir, ewê gelek mihafizekar û bi şîweyeke nediyar xebat dikir, ewê saziyê her gelek zû cihê xwe di nava civatgeha kurd de cih girt, herkesek, roja ku dibone endamê wê sazîyê diba sond bi kelama Quranê û namûs u şerafa xwe xariba ku xîyanetê bi Kurd u Kurdistanê nake, heta heye li rêza wê sazîyê de dê xebatê bike û hemu kiç u xurtên Kurd bi xûşk û birayên xwe bizane.

Her însanekî siyasî û xebatkar ku çav li pirogirama “jkf” bike dizane ku hizbekî muhafizekar û daxistîye, nikare hemû tex û qatên civaka kurdî li devra xwe kom bike.

Bi hatina Qazî Mihemed bo nava wê saziyê, hem ev saziye bi qawetir bû, çimku Qazî Mihemed kesayetiyeke siyasî û civakî û xandevarek meizn û  binavûdengê navça mukuryanê û Kurdistanê bû, şerê cîhanî yê duyem tevav bû, serketîyên wî şerî cîhan bi keyfa xwe dîzaiyn dikirin, herçend dewleta padşahiya wê demê a Îranê têkelî wî şerî nebu, lê bidil û bi ragehandin, piştgîriya Alman û Hîtlêr dikir, seba xatira wê hindê herdûk layên şer, jiber jeopolîtîkyeke istiratêjîk hebû, seba wê hindê dixwastin wî welatî bo layê xwe rakêşin, Alman dixwast li axa Îranê de Cepheyeke din li dijî yêkitiya soviyeta wî zemnî weke, Amerîka û Îngilistan û Soviyetê  her zû dest biser wî welatî de girtin, şahê Îranê li serkar vêde birin. ev çende bûye sebeba wê hindê ku Qazî Mihemed fikir li wê hindê bike ku dibe sazî ya partiyeke din cida li “JKF” ê pêk bînin daku bikarin tev çîn u qatên nava civaka Kurdî li xwede cih bike, lewra daxwaz ji rêweberîya “JKF” ê kiri ku dibe em partiyeke din çê bikin, rêweberiya “JKF” ê ev pêşniyara Pêşewa Qazî Mihemed pejirandin, û Hizba Dêmokrat a Kurdistanê li ser bingeha “JKF” ê ava kirin, ev hizbe li ser 3 armanc û stûn û bingehan hat avakirin.

1- Mafê netewî

2- Demokrasî

3- Dadperverî

Bi damezrana wê paetiyê guherîneke mezin, li tevgêra rizgarîxwaze Kurd de pêk hat, îdî şoreşa Kurd lidestê Eşîret û Mela û Şêx derhat, kete destê partiyeke siyasî ku rêberîya wê li nava wê li nava kungira partiyê ve dihat hilbijartin, bername û pirogirama xwe heye siyaseta xwe ya pêşe rojê û ya istiratêjîk diyr dikir, eve guherîneke pan û berîn û serdemiyane bû.

Wek dizanin piştî demeke kêm wê partiyê li jêr rêberî û serkirdayetiya Pêşewayê Kurd pştî 2 mehan yêkem kongira xw girêda bername û esasnameya partiyê pesend kir, û bi fermî Pêşewa Qazî Mihemed weke serokê wê partiyê hilbijart û dest bi karê siyasî kirin.

Hêj bingeha serbaziya rêjîma paşayetî ku li Mihabadê mabû, bi harîkariya xelkê Mihabadê dest biserda girtn û roja 26 ê Sermavezê biresmî Ala kurdistanê li binge û barigahên hikûmetî û hizbî hat hildan.

Piştre li meha Rêbendana sala 1324 hemberî 1946 Komara Kurdistanê hat ragihandin.

Komara Kurdistanê xizmetên mezin bi bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê kir ku heta nihajî bo bizava rizgarîxwazî ya Kurdistanê bûne pirensîpên neteweyî. Weke, biresmî nasîna zimenê kurdî bo îdareyên hikûmetî, û xandin bi zimanê dayîkê ku netinê bo Kurdan belkî bo kêm neteweyên din yên rûniştiyên Kurdistanê. Pêkanîna sipaha neteweî û weşandina rojname û govar û pirtûkên Kurdî û gelek xizmetên din ku li vê kêm temenê xwde cîbecî kirin. Digel hikûmeta milî ya Azerbaycanê de îtfaqeke istiratêjîk a hewkariya leşkerî û siyasî bi hevre çê kir. Ya herî girîng nakokiyên erdî ya navbera Kurd û Azeriyan bi rêka diyalogê dihat çareserkirin.

Mixabin bi pîlaneke navçeyî û navdewletî de Komar kevte ber hêrîşa sipaha sitemkare padişahî a Îranê Komar hilûşandin, Serkomarê Kurd hat girtin. Pêşewa Qazî Mihemed li binav dadgeha Îranê de tev berpisyaretî girte ustiyê xwe, ragihand ku gelê min tu tavanek nekirîye, ewên hûn bitavan dizanin eva mafê gelê Kurd bûye û got: ez berpirsim li min bipirsin.

Pêşewayê mezin berevanîyeke pir mezin li Kurd û Kurdistanê û li pêkanîna hikûmeta Kurdistanê kir, herçend dujmin dixast ku Pêşewa daxaza lêbohorînê bike û daxaza poşmaniyê bike, Pêşawa yê Kurd hemû ev gotin red kir, û ragihand eva hatîye kirin xwastên revaye netewa Kurd e û hûn dagîrkerin, hûn dibe daxwaza lêborînê li gelê Kurd bikin.

Ewe bû ku rêjîma paşayetî, Pêşewa û Sedir û Seyfî Qazî li roja 10 ê Xakelêweya 1326 hemberî 1947ê şehîd kirin.

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê, her li ser wesiyeta Pêşewa xortên Kurdistanê paş heyamekê carek din li devra hev kom bûn û Parta Dêmokrat a Kurdistanê sax kirin, xebata xwe destpê kirin, em dibînin ku paş heyamek bê dengî li Kurdistanê û Îranê Pêşmergên Kurdistanê û rêberiya PDKÎ li salên 1346 – 47 a rojî de şorişeke mezin li Kurdistana Rojhelatê rêxistin, wê şorişê rêjîma şahenşahî ku gelek bixwe dinazî du hikumetên, Azerbaycan û Kurdistanê hilûşandine, sipaha xwe biçekên pêşkevtî perwerde kirî bibû bi jandarmê Rojhelata nawîn, radigehand ku bo karubarên Rojhilata nawîn dibe ku pirsê li wî bikin, bersiva gelek dewletên nawçê û dinyayê nedida, a li demekî wisan de xortin Kurd, xeva çavên şahê Îranê herimandin ev şorişe bo heyamê 18 mehan dirêjî kêşa, bi hevkariya hêzên derekî di vê şorişê de piraniya rêberên wê şehîd ketin.

Lê şoreşa 46-47 bûye bingeha carek din xwesazdanê û modêrn kirina wê hizbê bi şîweyeka serdemîyane.

Wegera Dr. Ebdulrehman Qasimlo sazdana li kungire bername û esasnama hizbê hatin tenzîm û pesend kirin, simînar û dewrên siyasî bo kadroyên hizbê hatin danîn derkirina rojnama Kurdistan govareke rêkxistnî bi navê Têkûşer bo nava hizbê, pêwendî tev ehzab û rêkxistinên Kurdistanî û Îranî, bawer bixwebûn siyaseta serbixwe, bi wî curî xebata xwe heta sala 1357 rojî, ku şoreşa gelên Îranê destpê kir, Parta Dêmokrat a Kurdistana Îranê zor bi şîweyekî aktîv beşdarî wê şorişê bûn, heta serkevtina wê şorişê.

Hizba Dêmokrat her zor nîyet u dilreşî ya hikûmeta melayan zanî, lewma li rifrandoma pesendkirina komara îslamî de pişikdarî nekir û baykut kir. gelê Kurd bidu daxaza wê partîyê ve hitin û beşdarî li rifrandoma rêjîma îslamî de nekirin.

Seba wê hindê jî şoreşa Kurdistanê û wê partî yê hertim daxaza dîyalogê bo çaresera pirsa Kurd li îranê dikir. Lê rêjîmê li zarê rêberê xweve fermana cîhadê li dijî Kurd û Kurdistanê derkir, şer li seranserê Kurdistanê dest pêkir, Kurd û Kurdistan û Hizba Dêmokrat biryara berxwedanê dan, ev şere bo heyamê 3 mehan dirêje kêşa, rêberê rêjîmê daxaza lêbohorînê li Kurdan kir, ragehand ku hazire pirsa Kurd bi rêkên dîyalogê ve çareser bike, tevî wê hindê rêberên Kurd li nîyeta rêjîmê bişik bûn lê dîsan peyama Xumeynî qebol kirin, lê her zû xuya bû nîyeta rêjîmê çareserî nebûye, belkî bo xwe amadekirinê bûye bo careke din destpêkirina şer, eve bû şer carek din dest pêkir eva 46 sale bi şêwazên cuda cuda ev şer didome.

Li wî şerî de vê Hizbê 2 sekirtêr û bi dehan endamên rêberiyê û nêzî 5 Hezar pêşmerge şehid dane.

Şihadeta Dr. Qasimlo derbek giran û xeda bû li tevgera Kurd û Hizba Dêmokrat kefit, piştre şihadeta duyem Sikirtêrê vê Hizbê, Dr. Mihemedsadiq Şerefkendî jî derbekî biêş û girane dinê bû bi vê Hizbê û şoreşa Kurdistanê ket, lê ne Hizba Dêmokrat û ne jî gelê Kurd ji hevdu dûr nekevtin hertim pişta hev girtin, û qet li daxazên netewî û dêmokratîk û edaleta civakî paşvekişe nekirin, belkî roj bi roj rêxistinîtir ji caran li meydanê de mane.

Niha Kurdistan li varê neteweî, siyasî û civakî zor li caran bihêztir e, komara îslamî nekarîye cih pêyeke civakî li nava civatgeha Kurdistanê de bo xwe peyda bike.

Ev rêjîme li Kurdistanê bê hiwî ye, dujminatiyeke bikîn ligel Kurd û Kurdistanê he ye, xebata gelê Kurd bi şîweyên siyasî rêkxistinî û civakî û jîngehparêzî û zimanevanî ragihandinî weşandina rojname govarên Kurdî, li rojên dîrokî û neteweî wek Newroz û rojên hizbî hemû kirin meydana xebatê tev Kurdistan ji çîyayê Agirî û Mako hetanî Îlam û Loristanê xebata xwe bi berfirehî didomînin, li girtîgehên rêjîma îslamî de pişaka şêr ber Kurdan keftiye, Îdam cezayên giran dîsan pişka şêr ber Kurdan keftiye, mûşekbarana barigehên hêzên siyasî ye Kurd û bixasmanî Hizba Dêmokrat de, disna gelê Kurd li hember rêjîmê de nekefte qedeman. Rêjîm damaye, nikre bi tû curî Kurdistanê teslîmê xwe bike. Xebata gel û hêzin siyasî roj bi rojê zêdetir ber bi pêş diçe, ez bawerim ev xebate dê rojekê her ser keve, Kurd û Kurdistan bi xastên xwe yên siyasî û netewî dê her şad bin, dê çarenûsa xwe her bigirine destê xwe.

Lê rêjîmê hemû ev pîlan li dijî Kurdan bikar dibirin, gelek pîlan li dijî dewletên cîhana azad û pêşkeftî birêve dibirin, hêzên nîyabet bisedan Milyard Dolaran çê dikir, Bihezaran mûşekên pêşkeftî ve çekdar kirin, gelek caran digotin em pênc artêşên welatan rê ve dibin, bi silogana mirin bo Amerîka û Îsraîl, emê Qudsê rizgar bikin, niha ku paşî 7ê Oktobrê bi hêrişa Hemasa Filistînê, êdî çerxa rêjîmê berbi paş ve ziwirî, niha êdî li ser man û nemana rêjîmê û hêzên nîyabetiye wê tê bas kirin.Rêjîm gelek lewaz bûye, li bara civakî û siyasî û parsenga hêzê bitevahî ketîye. Hivî tê kirin ku nemana wê rêjîmê gelên Îranê bigehne mafên xwe yên neteweî û dêmokratîk, Ez baverim ku ev roje gelek nêzîk e.