
Divê Netewa Kurd di Salvegera 80 Salîya PDKÎ De Spasîyên Xwe Pêşkêş Bike
Dr. Solîn Hacador
Birêz PDKÎ:
Ez ji bo ku spasîyên xwe pêşkêşê PDKÎ bikim, vê namê dinvîsim. Bi taybet ku hûn Bi wêrekî, canfidayî, dilsozî û têkoşîna azadî ya netewa Kurd de berxwedanek bilind didin, em rêzdar û deyndarê we ne. Wêrekî ya we teva îlham da min û bi taybet ku şanaziyê bi pêşmergên qehreman, min biryar da ku vê namê binvîsim. Her wisa, spasî û pîrozdahî yên xwe bi dil û can pêşkêşê we rêzdaran bikim.
Birêzan, ez xûşkek dilsoza we me. Ji Bakurê Kurdistan, ji malbatêk welatparêz im. Li Spanya
yê dijîm, akademîsyen û parêzerim. Ez ji bo Salvegera 80 Salî ya Partî ya rêzdar ku em pê serbilindin, yek bi yek we û dilsozî ya we pîroz dikim.
Dixwazim name ya xwe ya pîrozdahî yê bi axaftina dawî ya rêberê me yê nemir birêz, Qazî Mihemed, di Adara 1947an de berdewam bikim:
"Ez bi darvekirina xwe serbilind im. Heta di wê kêliyê de jî ku laşê min ji têlê daliqandî ye, pêlavên min ji serê dijminê min bilindtir in."
Belê, ev raman û hêstên watedar, dilsoz û niştimanperwer ji bo me netewa Kurd dersa bilind e... Mîna Sokrates, fîlozofê dîrokî gotiye: "Mirovên zîrek ji her kesî û her tiştî fêr dibin, mirovên asayî ji ezmûnên xwe fêr dibin, mirovên ehmeq jî qet fêr nabin, lê tevî bersivên pirsan didin." Ez pê bawerim ku cenabên we gelek zîrek û eqilmendin û ger baş pê bighîjin ku riya serokê nemir, Qazî bi niştimanperwerî û bi hêztir berdewam bikin. Her wisa, bawer bikin ku derfetêk me netewa Kurd xeyne vê jî nine. Her çend slogan be jî, ezê bêjim: Yan mirin yan Kurdîstan!
Wek Kurdekî welatparêz û niştimanperwer salvegera 80-emîn a PDKÎ dubare bi silav, rêz û serbilindahî pîroz dikim. Her wisa, serê xwe li ber rêberên me yên nemir: birêz Pêşewa Qazî Mihemed, birêz Dr. Ebdulrehman Qasimlo, birêz Dr. Sadiq Şerefkendî û tev şehîdên bêhejmar ên me ku dîroka Kurd bi xwîna xwe mohr kirine, diçimînim, Rihê wan şad be.
Spasiyên xwe yên kûr û bi taybet pêşkêşî birêz, Mistefa Hijrî dikim. Cenabê wî di riya bîranîna
rêberên me yên nemir, bi rêzdarî nîşan dide, ez û malbanta xwe, dost û hevalên xwe deyndarê cenabê wî, canfidayî û stratejî yên eqilmend û siyasetên aştîyayî ne. Her wisa, em bi dil û can piştgirê kek Mistefa û partî ya wî ne. Dîroka azadî ya Kurd û Kurdîstan bi kesayetên eqilmend, zîrek û jîr dikare bê nîvîsandin! Xweda emrê dirêj bide cenabê wî ku mora azadî yê bi destên xwe pêşkêşî netewa Kurd bike.
Dilê min de ciyê pêşmergên me yê qehreman herî bilind e û bi wan serbilindahî, û şanazî ya netewî dikim. Dayika min ku emrê Xwedê kiri ye, di zaroktî ya min de ji bo hezkirina pêşmergên me, li me gelek şîret dikirin û digotin: “Pêşmerge firişta yê Xwedê ne û herdem rêza wan bigrin, piştgirê wan bin.” Min soz da dayika xwe ku herdem rêzdar û piştgirê cenabê wan bim. Birêz
pêşmergên me yên qehreman ku bi can û xwîna xwe gelê Kurd parastine, ez bejna xwe diçimînim. Her wisa, gelê me yê sivîl û welatparêz ku tevî îşkence yên herî dijwar dîtine û hatine zindan kirin, lê xiyanet li gel û netewa Kurd nekirine û di her şert û mercî de piştgirî dane partiya xwe, ez jî spasî yên bi taybet pêşkêşê wan dikim.
Di 16ê Tebaxa 1943an de, KOMELA (Komeley Jinêwey Kurdistan/Komeleya Vejîna Kurdistanê) hate damezrandin û di Adara 1944an de bi komeleya Hêwî re peymanek alîkariya hevbeş îmze kir. Bi îmze kirina Peymana Sêalî ya Sînor (Peymana Sêsinor) di Tebaxa 1944an de, xwest ku bi Kurdên li welatên din re hevkariyê bike.
Di 22ê Çile ya 1946an de, damezrandina Komara Kurdistanê li Meydana Çarçira bajarê Mehabadê de hate ragihandin ku ev yêk ji destkeftên herî mezin ê PDKÎ ye.
Bê guman, gelek xemgînîm ku heya niha jî bi mîlyonan Kurd bêdewletin û tên avêtina nav şeran.
Di demekê de ku Kurdên li Îranê di nav PDKÎ û hin rêxistinên din de ji bo mafên bingehîn ên Kurdan û îhtîmala federalîzmê têdikoşin, rola PDKÎ ji bo çareser kirina pirsgirêkên mafên mirova û ewlehiya navnetewî gelek girîng e.
Di dawiyê de, ez dixwazim spasiya PDKI bikim ji bo 80 sal têkoşîn û helwesta wê ya ji bo
veguherandina Îranê bo bihuşta ewle ji bo hemû etnîkî û olan û hebûna wê ji bo ewlehiya cîhanê. Wekî ku min sernavê wê de diyar kir: "Divê Netewa Kurd spasiya PDKI bike", ji ber vê yekê ez dibêjim ku di 80 sal têkoşîna wê de, hemû qurbanî û windahî cîh girtibe jî, partî bi berdewamî xizmeta netewa me kiriye. Ew di heman demê de ji bo dijminên netewa Kurd bersîvek e ku Kurd dijîn û qet dev ji têkoşîna rêberên me yên nemir, Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî û şehîdên bêhejmar bernedan e.
Ez dixwazim nameya xwe bi du gotinên dîrokî dawîkim. Bi gotinên Serokê me yê nemir, Dr. Qasimlo, ku di dîroka siyaseta cîhanê de kesayetiyek wekî cenabê wî nedîtiye; di şer de şervan bûn, di siyasetê de siyasetmedar bûn, û di têkiliyên navneteweyî de dîplomtêk jîr, zîrek û rewşenbîr bû. Ew kesayetê bilind, şîretek girîng da netewa me û got: "Ger Îran hingiv be, nexon hûnê jehrî bin. Ger Îran pir be, li ser de neçin." Ez bi gotin û şîretên Serokê nemir dipejirînim. Dive her Kurd vê şîretê wek erkê netewî bicîh bîne. Bila cihê wî hezar carî xweştir û bihuşt be.
Erê, Albert Einstein, ku di axaftina xwe ya di merasîma xelatdayînê de demek kurt piştî avêtina bombeyên atomî li ser Hîroşîma û Nagazakiyê de bu, got: "Niha dem hatiye ku divê mirov dev ji şer berdin. Êdî aqilane çareser kirina pirsgirêkên navneteweyî bi şer nîne." Einstein her wiha got, "Mirovên jîr pirsgirêkan çareser dikin, mirovên jîr ji pirsgirêkan dûr dikevin." Rast e ku cîhan niha ji hêla siyasetmedarên gendel ve tê birêvebirin. Ez hêvî dikim ku rêberên cîhanê yên niha şîreta Albert Einstein bigirin û cîhanê bikin cîhanek aştiyane. Bê guman, cîhan hewceyê jiyaneke aştiyane ye û ev jî heq dike.
Li gel hemû şeran, Kurd hîn jî sax in û ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin. Prensîba bingehîn a mafên mirovan ew e ku hemû kes, bêyî ku paşxane ya wan an rewşa wan çi be, bi xwezayî xwediyê hin maf û azadiyan in. Ev maf wekî gerdûnî, ne guhêzbar û ne parçekirî têne bê hesibandin. Ew her weha, bi hevre girêda ye û ev tê vê wateyê ku sûdwergirtina tevahî ya mafekî pir caran bi parastina yên din ve girêdayî ye.
Netewa Kurd jî mafdarê jiyan û azadî yê ye.