
Pêka raporên belavbûyî, ti avek li pişt bendava Pêşîn li başûrê Belûçistanê de nemaye û heta tabloyên huşdarîder ên li derdora vê bendavê jî hatine rakirin û bi wî awayî, yek ji çavkaniyên bingehîn a ava werzigarî û xwedîkirina terş û heywanan ji aliyê xelkê ve, li başûrê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de nemaye.
Devera Pêşîn, deverên bajarê Serbaz û çendîn deverên Deştyarî û Çabiharê, bê av mane û erdê vê bendavê qelişîn e û ti avek li wir nemaye û pêka gotina werzêrên wan deveran, werzêriya payîzî ya hasil çandin û rakirinê bi tevavî ji nav çoye û xwediyên Pez û terş û heywanan jî bo dabînkirina ava vexwarina terşê xwe, rastî pirsgirêkên gelek dijwar hatine û jiyana hezaran malbatên xwedî ajel û werzêran kevtiye metirsiyê.
Herwisa li Îranê de dehan bendavên dinê hişik bûne û çi Av tê de nemaye ûyan ber bi tewawbûnê ve diçe.
Çend bendavên serekî û mezin ên dabînkirina Ava wexwarinê, wek Bendavaên “Lar” “Mamlu” li derdora Têhranê, Bendava Kerecê, û gelek bendavên din ku hişk bûne, Têhran û dehan bajarên navenda Îranê rastî bê aviyê kirine.
Rêjîm jî cehdê dike ji çavkaniyên avê li nawçên çiyayî û bi taybetî li herêmên wek Bakûra Îranê, Tewrêz, Kurdistan, Xurasan û Belûçistanê Avê veghize bo navenda Îranê, ku ev yêk jî dibe sedemê hişkbûna bendavên wan herêman, lewra dehan bendav niha li Belûçistan, Kurdistan û Xûzistanê mane bê av.