Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Hevkariya Kendavê bi rêjîma Îranê huşdarî da

10:53 - 2 Adar 2026

Şêwreya Hevkariya Kendavê ku ji welatên Erebî yên derdora Kendavê pêk hatiye bi belavkirina daxuyaniyekê êrîşa bo ser welatên Kendavê bi tundî şermezar kir û bi rêjîma Îranê huşdarî da ku bo parastina aramiya deverê li hember êrîşên rêjîma Îranê de bijardeya bersivdanê li ser mase ye.

Wezîrên Derve yên vê Şêwrayê, êrîşkirinên mûşekî û dironiyên rêjîma îslamiya Îranê bo ser welatên Kendavê, binpêkirina eşkere ya desthilata netewî û binpêkirina yasayên cîranetî binav kirine û ragihandine tevî hewldanên dîplomatîk bo bikarnehatina axa wan welatan bo êrîşkirina bo ser rêjîma Îranê, rêjîma Îranê êrîşên xwe berdewam kirine.