Pêka dawî raporên belavbûyî, li roja Duşemî 2ê Adarê, binkeyên serbazî yên rêjîmê bi taybet ên spaha pasdaran a terorîst û navendên tepeserkerên rêjîmê, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bo çendemîn çar kirine armanc û teqandine.
Pêka wan raporan, navendên serbazî û ewlehiya rêjîmê li bajarê Merîwanê bi tundî hatine bombebarankirin.
Herwisa li bajarê Sinê de binkeya polîs a Tekiye û Çemen, stada artêşa rêjîmê, padigana leşkera 28, navenda besîc, îtilaata şaramfer a rêjîmê, bi tundî bombebaran kirine.
Herwisa navenda spaha pasdaran a terorîst li gundê Doşan û kelanteriya 15 a wî bajarî, bûne armanc.
Li bajarê Nexedê de jî padigana welîesir bûye armanc û li bajarê Mihabadê de jî binkeyên rêjîmê bi tundî hatine bombebarankirin.
Li bajarê Dîwandere, Urmiye û Bîcarê de navendên serbazî û ewlehiyên rêjîmê bûne armanc.
Li bajarê Xuremabadê de jî navendên artêş û spaha pasdaran kevtine ber bombaranên gelek giran.
Li wan êrîşan de hejmareke gelek zêde ya hêzên hov ên rêjîmê ji nav çone ku rêjeya wan nehatiye zanîn.