Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojhilatê Kurdistanê de çendîn navendên din jî yên rêjîmê hatine teqandin

20:28 - 2 Adar 2026

Li berdewamiya jinavbirina binkeyên rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê, çendîn navendên din jî hatine teqandin.

Li dawî raporan de hatiye ku binkeyeke mezin a spaha pasdaran li gundê Mêrde ser bi bajarê Seqizê, stada fermandehiya spaha basdaran li bajarê Merîwanê, navenda fermandehiya merzbanî li parêzgeha Sinê li nêzî balafirxaneya Sinê de bûne armanc û jinav çone.

Rêjeya kuştiyên rêjîmê nehatiye zanîn lê pêka dawî zanyariyan, bi dijwarî ev navend hatine bombebarankirin û derbên gelek giran bi hêzên rêjîmê kevtine û navendên wan ji nav çone.