Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de çendîn kombûnên nerizayetî ji aliyê malnişînkiriyan, perestaran û xelkê medenî ve bi rê veçon ku hejmarek ji wan ev in:
Li Rojhilatê Kurdistanê malnişînkiriyên îdareya dabînkirina civakî li bajarê Xoy û Kirmaşanê de bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember birêveneçona biryarnameya karpêdan û xweşbijîvî ya sala 1389 a Rojî, li rûberûyê bînaya vê îdarê li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa li Bajê Sinê de ajotvanên taksiyan li derheq kêmbûna dahat û guhnedana berpirsan û bilindbûna nirxa alavên hewce bo taksiyan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
herwisa li bajarê Kirmaşanê, perestaran jî bi lidarxistina xwenîşandaneke nerizayetiyê li hember gendelî û bêdadî û birêveberiya şaş û guhnedana berpirsan, li rûberûyê zanîngeha zanistên pizişkî ya Kirmaşanê, nerizayetiya xwe dane xuya.
Herwisa hejmareke zêde ji xelkê bajarê Elîgoderzê li parêzgeha Luristanê, piştî peydabûna termê “Emîr Serlek” ku wêneya Elî Xamineyî şewitandibû, li rêûresma biaxspartina wî de dirûşmên dijî rêjîmê ên wek “Bimre Xamineyî” dan û kuştina wî ciwanî, bi kuştinek hikûmî binav kirin.
Li bajarê Têhran û Qezwênê de malnişînkiriyan, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin û li bajarê Êyzê ser bi parêzgeha Xûzistanê de xwendekarên beşa perestarî li derheq xwarina xirab û netendirust a vê zanîngehê, nerizayetiya xwe dane xuya.