Hesen Salihzade Endamê Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê
Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzadeh
Pirsyara 1. Rola mamostayan bi giştî di civakê de çiye?
Bersiv - Mamosta di civakê de bilî erkê xwe ku di gotina waneyên dersî de jêre hatiye diyarîkirin, ku renge zanistek taybet be, piştî vê erkek din li ser milê mamosteyane ku ev jî eva ye dive pêgeha xwe bo xwandevanan weke sembol û mînak nîşan bide, yanî bi giştî erkê mamosteyan hînkirina zanista bîrkarî, wêje û fîzîk û hwd… nîne, belkû hişiyarkirina raman û wijidana tak bi takê wan kesane ku digel dene, bi wê wateyê ku mamosta dive xwandevanên xwe hîn bike ku pirsên mafxwazî di nava jiyana xwe de çawa bînine gorê, û eger civak ji rêya xwandingehan ve ji mafên xwe neyên agehdarkirin, kê dikare wan zaniyariyan bo nifşên din veguhaze, lewma eva erkê sereke yê mamostayane bilî erkê wane gotinê.
Pirsyara 2. Erkê mamosteyan li civaka bin destê rejîma Îranê bi taybetî civaka Rojhilatê Kurdistanê gerek çawa be?
Bersiv - Bilî ev beşa giştî ku me di pirisa yekem de bas kir, di civaka bindestê rejîma Îranê de erkê mamostayan gelek girîng e, girîngî di çi deye? Di civakekê de ku mamosteyek Kurd waneyan dibêje ji aliyê deselata hakim înkara maf û ziman û çand û tenanet ji hebûna wan jî tê kirin, lewma mamosteyên di vê civakê divê her hewilekê bidin bo xwandevana ku dibine civaka paşeroja wî welatî, û bo wan rohin bikin û bas ji mafên wan bikin û wan fêr bikin ku bi çi awayekî li hember zilm û zorê de bisekinin, û bi awayekî nerasterast rûbirûyî sîstema deselatdariyê bibin, û sîstema deselatdarî li Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, xwe çavkanî û afirînerê ev diyardeya neserdemî ye, lewma ger mamosta jî li hember wan diyardeyan derkevin, ev rûbirû bûn diqewime û nabe ku mamosta di wî warî de xemsar û bê alî bin.
Pirsyara 3. Hewildan bo bihêzkirina hizira netewî di nava nifşa niha û îroyî de çend girîng e û xwandingeh û mamosta heta çi astekî bandor hene û gerek çawa di vê rastayê de pêngavan hilgirin?
Bersiv - Di îro de, her weke ku em dibînin hizira netewî di nava xwandevanên neteweya Kurd de gelek bihêze û ya ku me dît di nava meş û tevgerên weke şoreşa Jînayê de, xwandevan , tenanet xwandevanên asta seretayî yan heman destpêkî beşek berçav ji wan gehiştine vê eqiliyetê ku bi bê hebûn û bidestxistina şinasa neteweyî jiyana wan di paşerojê de ti wateyek nîne, lewma em dibînin ku ger mamosta pêş ji vê hizira neteweyî ya xwandevanan nekevin, nabe ku paş jî bikevin, em dibînin ev mamostayên ku weke berê, mebest ji berê ev demaye ku hêj hesta neteweyî gelek bihêz nebû, nekarîne xwe biroj bikin û hesta neteweyî di nava xwe de bihêz bikin ji aliyê beşek zêde ji xwandevnên niha û îroyî nayên qebûl kirin, yanî her mamosteyek ger pêngaw bi pêngaw digel geşeya hizirî ya nifşa niha neçe pêş, ji aliyê xwandevanan ve nayên wergirtin, û ger ji aliyê xwandevanan ve jî neyên wergirtin û qebûlkirin eva nikarin rola mamostayetiyê bigêrin, her weke ku me li destpêkê de bas ji rola mamostayan kir, rola mamostayan tenê di gotina çend waneyên dersî de nayên komkirin û dive xwe digel civak û xwandevanan hevaheng bike.
Pirsyara 4. Ji kar dûrxistina du mamostayên Kurd yên xelka bajarê Ciwanroyê bi sedema sitrandina sirûdên Kurdî bi xwendivanan li xwandingehê çi peyamek li pişit e?
Bersiv - Ew sirûda ku ji aliyê xwandevanên yek ji xwandingehên bajarê Ciwanroyê ve hatin xwandin tiştek gelek asayî ye di nava her civakekê de, sirûda rêya xebatê ku hat xwandin sirûdeke ku bas dadperwerî û wekhevî û evîn û hez bi nîştiman dike,lewma ger em bas ji vê yekê bikin ne li welatên dêmokrat û azad de, belku li welatên ku şerîetên esmanî weke Îslamê hakime li wan welatan de jî evîn û hezêkirina nîştiman tiştek asayî ye û tawan nîne, belku eva tişteke ku di nava xisilet û hindirî mirovan de ye ku her kesek dikare hej ax û nîştimana xwe bike, ev mamosteyên me li destpêkê de Kurdin û hezkirina wan bi xwandingeh û bajarê wan û piştire bo nîştimana wan ku Kurdistan e, tiştek gelek asayî ye, wan hestên xwe dane xuyakirin û ew hest dane nîşandan, dikare bibe nimûneyek bo xwandevanan û rêçkeyek bihêz bigire pêşiya xwe heta ku di paşerojê de civak ji îro micidtir daxwaza mafên xwe bikin û eva ye tirisa deselatê ji agehdarbûna civaka îro ji mafên xwe ku ji aliyê xwedî deselatê ve ew maf hatine zewitkirin.
Pirsyara 5. Birêz Mamosta Hesen weke dawî gotina te liderheq piris û mijarên me bas kirinî çi ye?
Bersiv - Di nava sîstima deselatdariya rejîma Îranê pirisa dadperwerî û wekhevî bi rastî nemaye, weke mînak eva ku xwandevanên me ji xwandina bi zimanê dayîkê bê parin, yan eva ku nikarin waneyên weke dîrok û çand û wêjeya xwe bixwînin, yan eva ku rê nayê dan waneyên civakî pêka taybetmendiyên civaka xwe ku Kurdin bixwînin, neçarin ku bertekan ji xwe nîşan bidin, herwisa mamosta jî bi wî awayî neçarin ku bertekan nîşan bidin, herwisa ya ku me di wan çend rojan de dîtin ev bertekên cuda yên mamosta û xwandevan, yan em bêjin piştvaniya ji wan her du mamostayên Ciwanroyê derxerê vê yekê ye ku di nava sîstema perwerdehiya rejîma Îranê de tiştek bi nave dadperweriya hînkariyê nîne û heta desthilat vê pirisa dadperweriyê ku beşa herî girîng xwandin bi zimanê dayîkê ye û rêzgirtin ji çanda neteweyane, weke netewa Kurd cîbicî neke, ev pirisgirêke nayê çareserkirin.