Şêwreya emniyet a neteweyên yekgirtî biryarnameyek bi 13 dengên erê û dengê bêalî yên Rûsiye û çînê, dijî êrîşên rêjîmê bo ser welatên deverê pesend kir û daxwaz ji Tehranê kir ku dest bi cî êrîşan rabigre.
Di vê biryarnameyê de daxwaz ji rêjîma Îranê hatiye kirin ku êrîşên mûşekî û dironiyên xwe bo ser Behrêyn, Kuweyt, Uman, Qeter, Erebistan, Îmarat û Urdinê, rabigre û dawiyê bi gefên dijî keştîwaniya navdewletî li gevriya hurmizê de bîne.
Ev biryarnameya bi destpêşxeriya Behrêynê hate pêşkeşkirin û piştgîriya welatên endamê neteweyên yekgirtî digel bû.
Li kombûna encûmenê de, Maykil Walltiz, balyozê Amerîka li neteweyên yekgirtî de got, Îran teqê ji hemû cîhanê dike û ew welatên pêştir digel hev kêşe hebûn, niha li beramber vê gefê de yekgirtî ne.
Di hember de, Emîr Îrewanî, balyozê rejîma Îranê ev biryarnameye wekî, mifahwergirtina rohin a erkên şêwreya emniyet da xûya.
Rejîma Îranê li heftiyên derbasbûyî de berdewam êrîşên mûşekî û dironî kiriye ser welatên kendaw û hinek armancên serbazî û jêrxan di van êrîşan de hatine armanic girtin.