Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka "Qasimlo pêxemberê aştiyê" bi zimanê Îngilîzî hate weşandin

14:49 - 11 Adar 2026

Pirtûka “Qasimlo, pêxemberê Aştiyê” ku ji aliyê Reza Fethullahnejad ve hatiye amadekirin û wergêrandin ku terkîz kiriye ser têgihiştinên siyasî û aborî yên şehîd Ebdulrehiman Qasimlo, hat çapkirin û belavkirin.

Ev pirtûk hewlek e ji bo tejîkirina ew valahiya zanistî ya ku di pirtûkxaneyên zimanê îngilîzî de li ser nasnameya fikrî ya vî rêberê kurd heye.

Beşa herî girîng a vê berhemê ji bo teoriya sosyalîzma demokratîk ji dîtingeha Dr. Qasimlo ye. Û ev pirtûk bi pêşgotinekî berfireh dest pê dike ku wekî rênimaiyekê ji bo têgihiştina çarçoveya fikrî ya Qasimlo tê hesibandin.

Naveroka vê beşê pêk hatiye ji wergera nivîs û gotarên kêmdîtî yên Dr. Qasimlo li ser çemika sosyalîzmê, û herwisa analîza pêwediya di navbera blokên Rojhilat û Rojavayê di dawiyên sala 1980- û herwisa bandora pêvajoya demokratîkbûnê li ser aştiya herêmî û kurteyek ji tezê doktora Dr. Qasimlo bi navê “Kurdistan û Kurd” jî tê deya.

Reza Fethullahnejad, amadekarê pirtûkê, di gotûbêjekê de bi Kurdistan Mediya yê re ragehand ku du armancên sereke ji bo vî karê xwe destnîşan kiriye. Yekem armanc nasandina Dr. Qasimlo bi cîhana derve û nîşandana rola wî ya dîrokî wekî rêberekî demokrasîxwaz li Rojhelata Navîne û  armanca duyem jî nîşandana şêwaza taybet a sosyalîzmê û aşinakirina xwînerên îngilîzî ziman bi wê dîtina taybet a Dr. Qasimlo ku ji bo dadperweriya civakî hebû.

Wî hêvî kir ku ev berhem bibe hêvênek ku akademîsyen û pisporên felsefeya siyasî bi awayekî kurtir û rexnegirtir li ser aydiyayên Dr. Qasimlo lêkolîn bikin.